Li Amedê ji bo Şehîd Sîdar Andok sersaxî hat danîn

Ji bo Sîdar Andok (Nîhal Ay) ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bibû, li Amedê sersaxî hat danîn. Bi girseyî serdana sersaxiyê hat kirin.

Ji bo Nîhal Ay (Sîdar Andok) ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bû, li Mala Şînê ya Çermûgiyan a li Taxa Bagcilar a Amedê sersaxî hate danîn. Sersaxiya Nîhal Ay, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê û bi tevlîbûna nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan bi girseyî hate ziyaretkirin. Girseyê dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. 

Endama Lijneya Rêveber a MEBYA-DER’ê Meryem Soylu di sersaxiyê de wiha got: “Em çiqas jî hewl bidin em ê nekarin heqê keda wan bidin. Divê em xwedî li keda wan derkevin.”