Li Berlînê li ser komkujiya Mereş, 19’ê Kanûnê û Roboskî panel hate lidarxistin

Li paytexta Elmanyayê Berlînê li ser komkujiya Mereşê ya sala 1978’an, Komkujiya 19’ê Kanûnê ya li Girtîgehan û Komkujiya Roboskî panel hate lidar xistin û kesên jiyana xwe jidest dane hatin bîranîn.

LI BERLÎNÊ PANEL

Li Berlînê, Komkujiya Mereşê, Komkujiya Girtîgehan 19’ê Kanûnê û Komkujiya Roboskî di panelekê de hatin nîqaşkirin.

Çalakiya bîranînê ji hêla FEDA-Berlîn, YJAD-Berlîn, Meclîsa Jinên Êzidî-Berlîn, Meclîsa Jin a Dest dan- Hêvî û NAV Berlîn ve hate organîzekirin û li Navenda Civaka Demokratîk hate lidar xistin. Rojnamevan-nivîskar Tevfik Kalkan, Aziz Tunç û Menekşe Kizildere wekî axaftvan beşdar bûn.

Axaftvanan, diyar kirin ku komkujiyên li Tirkiyeyê ne tesadufî bûn, encama polîtîkayên desthilatdariyê bûn. Azîz Tunç, anî ziman ku dadgerên Mereşê rastî veşartin, sûcdar hatin parastin û komkujî bi awayekî sîstematîk hate tepeserkirin.

Menekşe Kizildere, jî bal kişand ser wê rastiyê ku komkujiyan trawmayên ku bi sedsalan dom dikin afirandine, û behsa şîdeta dîrokî ya dewletê kir.

Tevfik Kalkan, jî destnîşan kir ku armanca komkujiyan ne tenê tunekirina fîzîkî ye, li ser bingehê polîtîkaya tunekirina çand û nasnameyê ye. Tevîk Kalkan her wiha banga xurtkirina têkoşîna demokratîk û hevrûbûnê kir.

Panel bi pêşandana fîlmek û nîqaşên din bi dawî bû.