Şandeya Îmralî û TÎP’ê dest bi hevdîtinê kir

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi nûnerên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) re civiya.

ŞANDEYA ÎMRALIYÊ

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Ozgur Faîk Erol û Mîthat Sancar li Meclîsê bi Partiya Karkeran a Tirkiyeyê re civiya. Hevdîtin li Salona Komîsyonê ya Hejmar 8 a li Avahiya Peywendiyên bi Gel re ya Meclîsê hate kirin. Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, parlamenterên Stenbolê Serra Kadigîl û Ahmet Şik Şandeya Îmraliyê pêşwazî kir.