ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN

Sernavên sereke ji Rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Fermandarêe HPG'ê Mûrat Karayilan Berfîn Nûrhaq bi bîr anî ku 13'ê Kanûna 2021'ê şehîd bû û got, "Hevala Berfîn fedaiya şoreşê bûn. Hezkirina wê ya ji Kurdistanê, dilsoziya wê ya ji nirxan re gelekî xurt bû."

Şehîd Berfîn Nûrhaq diyar kir ku li dijî mejiyê bi serweriya mêr, xweparastin bi qasî nan û avê pêwîst e û destnîşan kir ku dema têkoşîn lawaz bibe wê êrîşên li dijî jinê zêdetir bibin.

Hevserokê Giştî yê  PYD’ê Xerîb Hiso, destnîşan kir ku Tirkiye behsa çareseriya li Suriyeyê dike, lê  ew bixwe gefan  dixwe û komên  tundiraw sor dike, eger  Tirkiye çareseriyê  dixwaze pêwîste bi Rêveberiya Xweser re jî danustendinan bike û ji axa Suriyeyê  derkeve.

Sînan Hezer ku hunerê weke şêweyekî berxwedanê dibîne, bi zimanê sembolan çîrokên tepisandî nîşan dide.