Ji ber peyva ‘Mahabad’ û ‘Kurdistan’ hatin cezakirin

Li Girtîgeha Kalkendere ya Girtî ya Tîpa L a Rizeyê, heft girtiyan ji ber di pêşbirka zanînê de peyvên ‘Mahabad’ û ‘Kurdistan’ bikar anîne bi cezayê dîsîplînê hatin cezakirin.

Hefteya bihurî dema ku girtî pêşbirka zanînê lidar dixistin, gardiyan bi ser qawişa girtiyan de girtin û dest danîn ser kaxezên pirsan.

Derbarê Kasim Sanlig, Hûseyîn Er, Nurettîn Erdemcî, Nûrettîn Vural, Ozgur Eksîk, Murat Şîmşek û Turgay Vural de ku tê îdîakirin pirs amadekirine, lêpirsîn hat destpêkirin. 

Di encama lêpirsînê de, ji bo Kasim Sanlig û Hûseyîn Er 13 rojan cezayê hucreyê hat dayîn û ji bo 5 girtiyên din jî mehekê ji çalakiyên civakî hatin qedexekirin. 

Cezayê dîsîplînê bi hinceta ku peyvên "Mehabad" û "Kurdistan" "hişmendiya rêxistinî zindî kirin" hat dayîn. 

Girtiyan bi rêya parêzerên xwe bûyerên qewimî ji raya giştî re ragihandin û banga hişyariyê kirin.