Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî dê bi Babacan û Bahçelî re hevdîtin bike

Endamên şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibê bi Serokê Giştî ya Partiya DEVA Alî Babacan û Serokê Giştî ya MHP’ê Devlet Bahçelî re hevdîtin bike.

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol, dê sibê bi Serokê Giştî ya Partiya DEVA Alî Babacan û Serokê Giştî ya MHP’ê Devlet Bahçelî re hevdîtin bike.

Hevdîtina bi Serokê Giştî ya Partiya DEVA Alî Babacan re dê di saet 11:00’an de li Navenda Giştî ya partiyê pêk were.

Şandeya DEM Partî di saet 14:00’an de jî wê li Meclîsê bi Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî re hevdîtina xwe pêk bîne.