Girtiyên jin ‘du qatî rastî cudakariyê’ tên, mafê hêviyê tê binpêkirin
Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqzanên ji bo Azadiyê (OHD) destnîşan kir ku girtiyên jin mexdûrên cudakariyê ne û bertek nîşan da ku mafê hêviyê tê tunekirin.
Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqzanên ji bo Azadiyê (OHD) destnîşan kir ku girtiyên jin mexdûrên cudakariyê ne û bertek nîşan da ku mafê hêviyê tê tunekirin.
OHD’ê di rapora xwe ya ji ber 25’ê Mijdarê de hate weşandin de, eşkere kir ku girtiyên jin ên bi cezayê muebetê yê girankirî hatine mehkûmkirin û tahliyeya wan a bi şert hatiye astengkirin, rastî binpêkirinên giran ên mafan tên. Li gorî raporê, li gelek girtîgehên wekî Bakirkoy, Sincan, Gebze, Amed, Xarpêt û Tarsûsê jin di bin tecrîdeke giran de tên ragirtin.
Di raporê de hate destnîşankirin ku bi taybetî girtiyên jin ên siyasî di nirxandinên “rewşa baş” de rastî kiryarên kêfî û cudakarî tên, ji ber vê yekê tevî ku dîroka berdana wan hatiye jî nayên berdan. Hate tekezkirin ku nasnameyên siyasî û çandî yên jinan û çalakiyên wan ên mafxwestinê weke “nebûna rewşa baş” tên hesibandin.
Di raporê de hate gotin ku rejîma muebetê ya girankirî ji bo jinan dibe sedema “heya mirinê di girtîgehê de manê” û ev yek di warê hiqûq û sepanê de tê wateya tunekirina “mafê hêviyê”. Hate tomarkirin ku cezayên şaneyê yên demdirêj, sînordarkirinên çalakiyên civakî û gefên dîsîplînê encamên cidî yên fîzîkî û psîkolojîk derdixînin holê.
OHD’ê diyar kir ku girtiyên jin rastî cudakariya li ser bingeha zayenda civakî jî tên; di warên hîjyen, tenduristî, tenduristiya zayînê û pêwendiya bi zarokan re ji mêran zêdetir pirsgirêkên giran dijîn. Hate ragihandin ku pêwîstiyên jinên ducanî û yên bi zarok nayên dabînkirin û girtiyên jin ên siyasî jî bi pêvekên “dijminê dewletê” rastî kiryarên tundtir tên.
Di raporê de bal hate kişandin ser berpirsiyariyên hiqûqa navxweyî û yên navneteweyî yên Tirkiyeyê û daxwazên jêrîn hatin pêşxistin:
Di raporê de, hate tekezkirin ku girtiyên jin hem ji ber nasnameyên xwe yên siyasî hem jî ji ber ku jin in, rastî “cudakariyê” tên û bang li raya giştî hate kirin ku piştgiriyê bidin.