ROJEVA 3'Ê KANÛNA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Xizmên girtiyan diyar kirin ku pêvajo hîn negihîştiye girtîgehan û gotin, "Em li bendê ne ku gav bêne avêtin." Her wiha careke din bang kirin ku ji bo girtiyên nexweş û yên berdana wan hatine taloqkirin pêvajoyeke hiqûqî bê destpêkirin.

Di salvegera 32'emîn a bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê de DFG û rojnameya Yenî Yaşamê wê çalakiyên şermezarkirinê û bîranînê lidar bixin.

Mezintirîn xeyala Mihemed Hac Xidir ew e ku muzexaneyekê veke û li binê hemû alavên kevnar navê xwediyê wan binivîse.