DEM Partî bi rojeva hevdîtina Îmraliyê û 'pêvajoyê' li hev civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan li navenda giştî ya partiyê li hev civiya.

Rojeva sereke ya civînê ku li navenda giştî ya partiyê tê lidarxistin, bûyerên siyasî, bûyerên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de û hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Rêber Apo re ye.

Desteya Rêveberiya Navendî her wiha wê civîna Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ku wê sibê bê lidarxistin, hevdîtinên budçeyê ku wê di 8'ê Kanûnê de li Civata Giştî ya Meclisê destpê bikin û 11'emîn Pakêta Darazê ku wê bê Civata Giştî jî nîqaş bike.