Li ser Mehmet Saît Yildirim cezayê darvekirinê tê pêkanîn
Mehmet Saît Yildirim ê 74 salî ku zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ye û berdana wî bi hincetên kêfî hatiye taloqkirin, bertek nîşan da ku cezayê darvekirinê lê tê pêkanîn.
Mehmet Saît Yildirim ê 74 salî ku zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ye û berdana wî bi hincetên kêfî hatiye taloqkirin, bertek nîşan da ku cezayê darvekirinê lê tê pêkanîn.
Berdana Mehmet Saît Yildirim ê 74 salî ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê yên giran hene, di 25’ê Mijdarê de ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve cara duyemîn hate taloqkirin.
Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Kiriklar a Hejmar 1 a Îzmîrê, bi hinceta ku Yildirim “rewşa baş nîşan nedaye” û “poşman nebûye”, destûr nedaye serbest berdana wî. Tevî ku Yildirim cezayê xwe di 27’ê Sibatê de qedandibû jî, nehatibû berdan. Bi biryara taloqkirinê ya duyemîn a di 25’ê Mijdarê de, dîroka nirxandina bê weke 25’ê Tebaxa 2026’an hate diyarkirin.
8 SAL IN DI ŞANEYA YEK KESÎ DE YE
Yildirim ê ku bi sûcdariya endamtiya PKK’ê hatiye mehkûmkirin, ev heşt salên dawî di şaneya yek kesî de tê ragirtin. Parêzerên wî ji Bianetê re axivîn û astengkirina berdanê wekî “kêfî û bêbingeh” nirxandin.
HINCETA KÊFÎ: AXAFTINA TELEFONÊ, WÊNEYÊN DI ŞANEYÊ DE NE
Di biryara Desteyê de, axaftinên Yildirim ên di dema telefonê de bi birayê wî yê biraziyê wî Onder Yildirim re, ku ji aliyê girtîgehê ve di çarçoveya hiqûqî de hatiye guhdarîkirin, weke hincet hatin nîşandan. Gotinên Yildirim ên ji bo dezgeheke medyaya Kurd re gotiye “televîzyona me, rojnameya me”, wekî bingeh ji angaşta “girêdana bi rêxistinê re didome” hate girtin.
Herwiha, wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di sala 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin û di şaneya wî de bûn, jî wekî nîşana “xwemaliya rêxistinî” li raporê hatin zêdekirin.
Parêzera Yildirim, Fatma Demîrer, destnîşan kir ku ew wêne bi salan e di şaneyê de ne û karmendên girtîgehê di lêgerînên rojane de tu carî îtîraz li wan nekirine, û biryar wekî “bi tevahî kêfî” nirxand.
Desteyê herwiha gotineke ku Yildirim piştî mirina birayê xwe Hesen Yildirim a meha borî gotiye û tê îdiakirin a Rêberê Kurd Elewî yê Dêrsimî Seyîd Riza ye, li raporê zêde kir: “Min nikarî li dijî derewên we bisekinim; bila ev ji min ra bibe derd. Lê min jî li ber we çok nedanî; bila ev jî ji we ra bibe derd.”
Demîrer anî ziman ku ev gotin di dema sersaxiyê de ji bo dilxweşkirina birayê wî hatiye gotin, lê dîsa jî desteyê ev yek wekî nîşana “girêdana rêxistinî” xistiye dosyayê.
LI GEL RAPORÊN KU ‘NIKARE DI TECRÎDÊ DE BIMÎNE’ JÎ DI ŞANEYÊ DE YE
Demîrer got, di du raporên cuda yên tenduristiyê de hatiye destnîşankirin ku Yildirim nikare di îzolasyonê de bimîne, lê tevî vê yekê bi salan e di şaneya yek kesî de tê ragirtin.
Piştî mirina birayê wî, bi daxwaza parêzeran bi demkî kesek li şaneya wî hatibû bicihkirin; lê hate ragihandin ku ew kes di 18’ê Mijdarê de dîsa ji şaneyê hatiye derxistin. Hîn bersiv nedane îtîraza parêzeran.
Di nûçeyê de hate bibîrxistin ku Yildirim, 10 sal berê di çarçoveya Pêvajoya Çareseriyê de, bi daxwaza Rêber Apo re bi komek ji pênc kesan re şandine Girtîgeha Îmraliyê; lê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê piştî neh rojan bo girtîgeheke din hatiye veguhestin.
CEZAYÊ MIRINÊ YÊ KIRYARÎ
Yildirim, bi rêya parêzerê xwe ji Bianetê re diyar kir ku biryar ji bo wî tê wateya “cezayê mirinê yê kiryarî”: “Cezayê min ê darvekirinê yê sala 1996’an veguherî muebetê. Dema ku divê ez piştî sî salan werim berdan, red dikin. Min di desteyê de ji wan re got: Hûn bi awayekî kiryarî cezayê mirinê pêk tînin. Madem hûn ew qas dixwazin, rastgo bin û min bibin hewşê û darve bikin. Qet nebe ez ê bizanibim ku ez hatime darvekirin.”
Yildirim got, berdewamkirina îzolasyonê tevî nexweşiyên wî yên kronîk ên bi salan dom kirine, “terkkirina mirinê” ye: “Hûn mirina xwezayî wekî rêbazeke înfazê bi kar tînin. Ev sûcek e ku di hiqûqa ceza de cîhê wî nîn e. Erka we bicihanîna ceza ye; ne îcadkirina cezayê mirinê.”
‘EZ BIMIRIM JÎ EZ Ê BI RÛMET DERKEVIM’
Yildirim gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Du tişt ji malbata min ji bo min mîrat in: Yek nexweşiya dil a kronîk e, ya din jî rûmet e. Ez li vir bimirim jî ez ê bi rûmet derkevim; ne bi awayekî din. Vîna şoreşgerekî ku jiyana xwe ji bo azadiya gelê xwe feda kiriye, nayê şikandin.”