Bahçelî: Rûbirûbûn ne karekî yekalî ye

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî anî ziman ku ew ê ti carî ji pêvajoyê paşve gavê neavêjin û got, "Ji bo rûbirûbûnê pêwîstî bi wêrekî û baweriya ji xwe heye. Rûbirûbûn karekî yekalî nîne."

Lîderê MHP'ê daxuyanî da Turkgunê û polîtîkayên ewlekariyê yên li Tirkiyeyê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand.

Bahçelî ji bo pêvajoyê hîn jî gotina "Tirkiyeya bê teror" bi kar anî û diyar kir ku wê ji armanca xwe ti gavê paşve neavêjin û got, ew li "pêvajoya bide-bistîne bi temamî girtî ne."

Bahçelî ragihand ku Rêber Apo tevkarî li pêvajoyê kiriye û piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27'ê Sibatê PKK'ê di 12'ê Gulanê de çek danî, rêxistin fesix kir û 11'ê Tîrmehê komekê çek şewitand.

Bahçelî îdîa kir ku QSD û YPG parçeyek ji pêvajoyê ye û bêyî ku ji desthilatdariya li Şamê re tiştekî bibêje, anî ziman ku divê QSD û YPG li gorî peyamana Şamê ay 10'ê Adarê tevbigere.

Bahçelî îdîa kir ku Tifaqa Cûmhûr di nava bazariyekê de nîne û got, "Kê sûc nekiribe, tevlî çalakiyên çekdarî nebûne divê li malbata xwe vegere."

Bahçelî işaret bi girîngiya rûbirûbûna ji bo aramiya civakî kir û diyar kir ku divê tirs û hewldanên cihêkariyê ji holê bêne rakirin.

Bahçelî herî dawî anî ziman ku hewl tê dayin ku dijminatî di nava gelên Tirk û Kurd de bê afirandin û got, "Ji bo rûbirûbûnê pêwîstî bi wêrekî û baweriya ji xwe heye. Rûbirûbûn karekî yekalî nîne. Bi rûbirûbûnê em dikarin bigihêjin asta aramiyê. Divê em tirsan bidin aliyekî."