ROJANE
Hemû Nûçe
-
Têkiliya navbera Venezûela û DYE'yê qut bû
Serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro diyar kir, ku "piştî hewldana dagirkeriyê ya têkçûyî" têkiliya navbera DYE û Venezûelayê bi temamî qut bûye. -
Lêpirsîna têkildarî Flynn hate girtin
Ji şêwirmendên berê yên Trûmp Mîchael Flynn, ku ji ber têkiliyên bi Rûsyayê re doz lê hate vekirin, lêpirsîna der heqê wî de ji aliyê Wezareta Edaletê ve hate rawestandin. -
Siyasetmedarên Danîmarkî banga yekîtiyê li lîderên Kurdan kirin
Siyasetmedarên Danîmarkî nameyeke vekirî ji hêzên siyasî yên Kurd re nivîsîn û bang li wan kirin, ku tavilê dawî li rageşiya li Başûrê Kurdistanê bînin. -
ROJEVA 8'Ê GULANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ji aliyê bi hezaran ve hate bibîranîn
Endamê Grûp Yorûm Koçek ê ji bo rakirina qedexeya li ser konser û zextên dewletê ya li ser hunerê bi dawî bibe piştî 323 rojan a rojiya mirinê ya 2 rojên dawî li çalakiya xwe anî, rakiribûn nexweşcaneyê şehîd bû, li Mala Cemê merasîmek hate kirin. -
Li Tirkiyê di nava 24 seatan de 57 kes mirin
Li gorî rayedarên Tirk dayî diyarkirin, di nava 24 seatan de li Tirkiye 57 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Îdîanameya têkildarî 8 rojnamevanan hatibû amadekirin hate erêkirin
Dadgeha Cezayê Giran a 34’an a Stenbolê, îdîanameya têkildarî 8 rojnamevanên ku 6 ji wan girtî ya bi îdîaya ‘Muxalefetiya li dijî qanûna MÎT’ê’ û ‘Kifşkirina agahî û belgeyên veşartî’ erê kir. -
KESK: Dewlet dixwaze mudaxeleyî saziyan bike
Desteya Rêveber a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) nerazîbûn nîşanî zextên li ser baro û odeyên bijîşkan da û diyar kir ku hewl tê dayin ku mudaxeleyî saziyan bikin. -
Însyatîfa Zarokên Agir li Enqere û Stenbolê çalakî kirin
Însyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Enqere û Stenbolê rêze çalakî kirine. Însyatîfê destnîşan kir ku wê dagirker berdêla vê bidin. -
Mizrakli: Em natirsin, serî natewînin
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ku 200 roj e girtî, nameyek nivîsî û diyar kir ku ew qet jovan nebûye û serî natewîne. -
Îbrahîm Gokçek şehîd bû
Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek şehîd bû. -
Li Awûstralyayê fikara xwekuştinan zêde dibe
Li gorî pisporên Awûstralyayî ji ber stresa koronavîrusê û dijwariyên ji ber aboriyê bi hezaran kes dibe ku xwe bikujin. -
HDK: Bi qanûna înfazê re pîvana wekheviyê hate binpêkirin
HDK'ê ragihand, qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî negirtiye nava xwe, binpêkirina mafê wekheviyê ye. -
Biryara domdirêjkirinê ya desteserkirina şaredariyan
Dewleta Tirk ku biryar dayî bi rengekî sîstematîk qedexeyan domdirêj bike vê carê jî li ser hevşaredarên Cizîrê û Hezexê û endamên meclîsê biryara 'ji peywirê dûrxistinê' domdirêj kir. -
Fikarên Chomsky û Morîn ên piştî Covîd-19’ê
Ramangêr Noam Chomsky û Edgar Morîn diyar dikin ku piştî pandemiya Covîd-19’ê dibe ku meylên totalîter zêde bibin. -
Mustefa Kazimî hikûmetê pêk anî û bû serokwezîrê Iraqê
Mustefa Kazimî yê ku ji bo pêkanîna hikûmetê hatibû erkdarkirin, hikûmet ava kir û bû serokwezîrê nû yê Iraqê. -
Yekîneyên Tolhildanê li sê bajaran herî kêm 30 çalakî kirin
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sakîne Cansiz, Şehîd Savaş Amed, Şehîd Sema Koçer, Şehîd Baran Dersim ragihandin ku meha Nîsanê wan li Amed, Wan û Stenbolê herî kêm 30 çalakiyên cuda kirine. -
Li girtîgeha Tarsûsê binpêkirin zêde bûn
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'yê ya Tarsûsê gotin binpêkirina mafan zêde bûne. -
Platforma Olên Mezopotamyayê: Êdî bes e, bibin yek!
Platforma Olên Mezopotamyayê bi daxuyaniyeke niviskî bal kişande ser rûdana Zinî Wertê û diyar kir, "Divê li ti deverê xwîna Kurdan bi destê Kurdan neyê rijandin" û doza yekîtiya neteweyî kirin. -
Ciwanan li Strasboûrg û Kasselê çalakî pêk anîn
Ciwanên ji Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Azad, êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. -
'Kampanya me ji bo piştgiriyê ye'
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Velî Saçilik got, kampanya wan a 'Malbatên Xwişk-Bira' ne kampanya alîkariyê ye, ya piştevaniyê ye. Saçilik ji bo piştevaniyê careke din bang kir. -
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 64 kes mirin
Li gorî rayedarên Tirkiyeyê di nava 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê ji ber şewba koronayê 64 kes mirin. -
Însiyatîfa Zarokên Agir li Esenyûrtê çalakî kirin
Însiyatîfa Zarokên Agir diyar kirin ku roja 4’ê Gulanê li Esenyûrt a Stenbûlê kargehek ya tekstîlê dane ber agir. -
Bîlançoya dawî ya pandemiya Covîd-19
Ji ber pandemiya Covîd-19 ku ev 5 meh in dinê tev têkoşîna wê dike, 260 hezar kes mirine. -
Girtiyê giran nexweş Sebrî Kaya rakirin nexweşxaneyê
Girtiyê giran nexweş ê li Girtîgeha Osmaniyeyê tê ragirtin, li ser giranbûna rewşa wî ya tenduristî, rakirin nexweşxaneyê.