ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Tirkiyeyê di nava 24 saetan de 53 kes mirin
Li gorî rayedarên Tirk di nava 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê ji ber şewba Koronayê 53 kes mirin. -
Aydenîz serdana goristanê kir
Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, serdana Goristana Karşiyaka ya Tetwanê kir. Aydenîz destnîşan kir ku desthilata êrîşî goritstanan dike wê tine bibin. -
Bûldan hişyarî da: Li hemberî êrîşan bêdeng nabîn
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku êrîşên desthilata AKP/MHP’ê ya ser Kurdan, goristanên Elewî û girtîgehan zêde bûye û got: “Bêdeng namînîn”. -
Yekîtiya Hêzê: Têkoşîna hevpar şert e
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê diya rkir ku AKP-MHP ku li ber tinebûnê ne bi nîqaşa li ser darbeyê hewl dide girseya xwe li dora xwe bihêle. Yekîtiya Hêzê diyar kir, ku mûxalîf di hedefê de ne û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar. -
WHO giraniyê dide ser heft an jî heyşt derziyan
Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesûs diyar kir ku li ser heft an jî heyşt derziyên li dijî vîrûsa koronayê karekî berfireh tê kirin. -
ROJEVA 12'Ê GULANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Gulana 2020'an. -
Zeviyên li ber çiyayê Qereçoxê yê Mexmûrê dişewitin
Zeviyên li ber çiyayê Qerçoxê yê Mexmûrê ji saetên êvarî ve dişewitin. Li gorî agahiyê hatin girtin, çeteyên DAÎŞ’ê agir berdan zeviyan. Şewat gihiya ber lûtkeya çiya. -
Kaya yê girtiyê nexweş, ji ber Covîd-19 heye şandin girtîgehê
Sebrî Kaya yê giran nexweş e, piştî sewqkirina bi 6 rojan û şûnde ji Nexweşxaneya Edene ya Şehîrê bi gotina ‘Covîd heye, bê ku razînin’ şandine girtîgehê. -
Li gorî rayedarên Tirk 55 kes mirine
Li gorî rayedarên Tirk ji ber pandemiya Covîd-19 li Tirkiyeyê 55 kes mirine. -
Qedexeya derketina derve ya 4 rojan wê li Tirkiyeyê bê pêkanîn
Li Tirkiyeyê wê ji 16’ê Gulanê heta 19’ê Gulanê qedexeya derketina derve bê ragihandin. -
Aydenîz: Di nava tirsê de êrîşî goristanan dikin
HDP’î û DBP’î serdana goristanên li navçeya Gever a Wanê hatin hilweşandin kirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz got: “Di nava tirsê de êrîşî goristanan dikin.” Aydenîz diyar kir ku ev hişmendiya DAÎŞ’ê ye. -
Bultena Şopandin: Girtiyên nexweş di bin xeteriyê de ne
Bultena Şopandina Girtîgehan a Covîd-19 ragihand ku girtiyên nexweş di bin xeteriyek mezin de ne. Bultenê diyar kir ku li dijî şewbê ewlekarî kêm in. -
Zarokên Agir: Em bi zimanê ku fam dikin bersivê bidin!
Însyatîfa Zarokên Agir, ragihand ku 4 bajaran çalakî kirine, banga ‘bi zimanê ku dijmin fam dike bersiv bidin’ li Kurdan kirin. -
Li Hong Kongê çalakiyên protestoyî: Zêdeyî 200 kes hatin destgîrkirin
Li Hong Kongê alîgirên demokrasiyê ku weke dewama çalakiyên protestoyî yên par ji nû ve daketin qadan, di navbera wan û polîsan de şer derket. Polîsan zêdeyî 200 kes destgîr kirin. -
Ciwanên Kurd li Marsîlyayê li dijî dagirkeriyê çalakî kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî êrişên dagirkeriyê yên Tirk û nokeriyê li bajarê Marsîlya yê Fransayê du çalakiyên cuda kirin. -
Milîsên HBDH'ê otela çeteyên JOH û POH'an şewitand
HBDH'ê otela ku çeteyên JOH û POH lê diman şewitand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo Mûstafa, Helîn û Îbrahîm çalakiya bersivdanê hatiye kirin" û diyar kir ku wê li hemberî êrişa li dijî goristanan bêdeng nemînin. -
Êrişên dagirkeriyê li Strasboûrgê hatin şermezarkirin
Komek ji ciwanên Kurd li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li hev kom bûn û êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûrê û Zînî Wertê şermezar kirin. -
Fikar hene ku şewb li Îranê bibe rewşeke ji rêzê
Li gorî rejîma Îranê hejmara qurbanî û nexweşên vîrûsa koronayê kêm bûye. Ji ber fikarên li ser aboriyê tevdîra mayina li malê hate sistkirin. Li Tehranê li pêşiya buroyên dowîzê rêzên ji mirovan çêbûn. Fikar ji pêleke nû ya vîrûsê tê kirin. -
ROJEVA 11'Ê GULANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 11'ê Gulana 2020'an. -
50 baroyan nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Erdogan dan
Erdogan diyar kiribû ku wê pergala hilbijartina baroyan biguherîne. 50 baroyan daxuyaniyeke hevpar dan û nerazîbûn nîşan dan. -
Li gorî rayedarên Tirk di 24 saetên dawîn de 47 kes mirin
Li gorî rayedarên Tirk li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 47 kes ji ber koronayê mirine. -
Li Tirkiyeyê pêla duyemîn a koronavîrusê tê!
Li dinyayê 4 milyon kes bi koronavîrusê ketin û nêzî 280 hezar kes jî mirine. -
Sancar: Desthilatdariya AKP-MHP'ê kîn û hêrsa li dijî Kurdan sor dike
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar bi malbata wî zarokê Kurd re axivî ku li Nisêbînê bû hedefa tundiya polîsan. Sancar got, "Êriş li dijî nasnameya Kurdan e. Em ê li pey vê bûyerê bin." -
Li Girtîgeha Seydîşehîrê gefa kuştinê û êrîş
Şiyar Firat ku li Girtîgeha Seydîşehîrê girtî ye got qerdiyan gefa kuştinê li wan dixwin, êrîşê tînin ser wan û bang li gel kir. -
HDP: Diyariya me ya ji bo dayikan wê welatekî azad be
Meclîsa Jinan a HDP'ê diyar kir, "Diyariya me ya herî bedew a ji bo dayikan wê welatekî azad be."