ROJANE
Hemû Nûçe
-
HDP'ê bal kişand ser rîska pêla duyemîn
HDP'ê hişyarî da ku eger navendên sergirtî yên bazarê (AVM) bên vekirin, dibe ku rîska pêla duyemîn mezintir bibe. -
ROJEVA 10'Ê GULANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Li Tirkiyeyê di 24 saetan de 50 kes mirine
Li gorî rayedarên Tirk di nava 24 saetên dawî de 50 kes ji ber koronayê mirine. -
Ji ber pandemiya koronavîrusê 4 milyon kes nexweş ketin
Li dinyayê ji ber pandemiya koronavîrusê 4 milyon kes nexweş ketin û 276 hezar kes mirin. Hevgirtina li Tirkiyeyê zêde dibe û fikara li ser girtiyan zêde dibe. -
47 partî, rêxistin û saziyên Kurdî ji bo Zînî Wertê bang kirin
Partiyan ev bang kir: “Em bang li hemû partî, sazî, dezge û rêxistinên Kurdistanî yên li Ewrupayê dikin, divê em bi deng û helwest û bertekek hevbeş rabin ser piya!” -
ÎHD: Jiyana girtiyê nexweş Yilmaz di talokeyê de ye
Insîyatîva Ji Girtiyên Nexweş re Azadî got jiyana girtiyê nexweş Ismaîl Yilmaz di talokeyê de ye. -
Cenazeyê Gokçek di bin êrîş û dorpêçê de veşartin
Cenazeyê endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek li warî wî Kayseriyê veşartin. Polîsan goristan dorpêç kir, cih bi cih jî êrîş kirin. -
DKP/BOG'ê ji bo Heftiya Nemiran daxuyanî da
DKP/BOG'ê bi çarçoweya Heftiya Nemiran şehîdên şoreşê bi daxuyaniyekê bi bîr anî. -
Zarokên Êgir li Kutahyayê çalakî kirin
Zarokên Êgir li Kutahyayê wargeheke xwendekaran ku dijminatiya Kurdan dike dane ber êgir. -
Lixwe mikurhatina leşkerekî: Li ser sînor kuştina Kurdan serbest bû
Kesê bi navê K. ê li ser sînorê Wan-Îranê leşkerî dikir, bal kişand ku li ser sînor kuştina Kurdan serbest bû, lixwe mikur hat ku çawîşekî pispor ê Kurd dikuştin, hatiye parastin. -
Rê nayê dayin ku welatî tevlî merasîma cenazeyê Gokçek bibin
Parêzer Ayşegûl Çagtay ji bo cenazeyê Îbrahîm Gokçek ê birin Kayseriyê got: “Bi hinceta qedexeya derketina derve, dixwazin ketina goristanê ya welatan sînordar bikin.” -
HDP: Desthilata AKP-MHP'ê êrîşê dibe ser nirxên civakê
HDP'ê got AKP-MHP ya ku êrîş birî ser cenzayê Ibrahîm Gokçek û cemevî li dijî mirovahiyê sûc dike. HDP'ê her wiha desthilat bi kargoyan cenaze dişîne, êrîşê dibe ser goristanan jî. -
Li Enqerê 140 malbatên Xwîşk û Bira hatin avakirin
Hevserokê HDP’ê yê Enqerê Vezîr Coşkûn Parlak diyar kir ku li Enqerê alîkariyên xwarin û vexwarinê yê bingehîn dane nêzî 300 malbatan û 140 malbatên xwîşk û bira jî anîne gel hev. -
ROJEVA 9'Ê GULANA 2020'AN
Di rojeva Kurdistan, Tirkiyê û Cîhanê de sernavên ku derketine pêş. -
Polîs cenazeyê Gokçek dibin Kayseriyê
Derket holê ku polîsên ku cenazeyê endamê Grûb Yorûm Îbrahîm Gokçek ê ji berxwedana rojiya mirinê de şehîd bûbû ne daye malbatê, li gel polîsan dibin Kayseriyê. -
Li Tirkiyeyê di 24 saetan de 48 kes mirine
Li gorî rayedarên Tirk di nava 24 saetên dawî de 48 kes mirine. -
Cenazeyê Gokçek li Tuzla yê dan malbatê
Merasîma cenazeyê endamê Grûb Yorûm Îbrahîm Gokçek ê ku dihate xwestin li Cemxaneya Gaziyê bê kirin, lê destûr nehate dayîn ji morgê revandin, li Tuzla yê dan malbata wî û ji bo veşartinê ketin li ser rêya Kayseriyê. -
Malbat û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Imraliyê serlêdana hevdîtinê hate kirin. -
Polîsan cenazeyê Gokçek revandin -NÛ BÛ
Merasîma cenazeyê endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ku dihate xwestin li taxa Gaziyê bê kirin, bû hedefa êrişa polîsan a bi fîşekên plastîk û bombeyên gazê. Polîs ketin Cemxaneyê û cenaze revandin. -
Polîsan bi fîşekan û bombeyên gazê êriş birin ser merasîma Gokçek
Merasîma cenazeyê endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ku dihate xwestin li taxa Gaziyê bê kirin, bû hedefa êrişa polîsan a bi fîşekên plastîk û bombeyên gazê. Ji ber êrişê gelek kes hatin destgîrkirin. -
393 Jinan xwestin ku qanûna înfazê ya cihêkar were guherandin
393 jinên rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û aktivîst li dijî qanûna înfazê ya cihêkar metneke hevpar îmze kirin. -
Polîsan cenazeyê Gokçek dorpêç kirin; 10 kes jî destgîr kirin
Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ku ji bo dawî li zexta dewletê bê anîn kete rojiya mirinê û di roja 323'an a çalakiyê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî rakirin Cemxaneya Gaziyê. Cenazeyê Gokçek ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. -
Li Girtîgeha Sîlîvriyê 44 kes bi vîrûsa koronayê ketine
Li Girtîgeha Tîpa L Hejmara 7'an a Sîlîvriyê 44 girtî û hikumxwar bi vîrûsa koronayê ketin. -
Girtiyên li Konyayê hişyariya 'rojiya mirinê' dan
6 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Seydîşehîr a Konyayê li dijî zext û êşkenceyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdorveger-bêdem kirin, hişyarî dan ku eger bersiv ji daxwazên wan re neyê dayin wê bikevin rojiya mirinê. -
Ji ber erdheja li Tehranê kesekî jiyana xwe ji dest da
Li nêzî paytexta Îran Tehranê bi dijwariya 4.6 pileyî erd hejiya. Ji ber erdhejê kesekî jiyana xwe ji dest da.