ROJANE
Hemû Nûçe
-
Şehîdên meha Gulanê li Koln û Lavrîoyê hatin bîranîn
Li bajarê Koln ê Elmanyayê û li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. -
ROJEVA 19'Ê GULANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
Li Tirkiyeyê di Cejna Remezanê de qedexeya derketina derve hate ragihandin
Serokkomarê Tirk Erdogan piştî civîna kabîneyê ji roja erefeyê heta roja dawî ya Cejna Remezanê li 81 bajara qedexeya derketina derve ragihand. -
Li Tirkiyeyê 31 kes ji ber Covîd-19 mirin
Li gorî rayedarên Tirk di 24 saetên dawş de ji ber pandemiya Covîd-19, li Tirkiyeyê 31 kes mirin. -
Reîs ‘qehremanekî demkî’ yê din ji erkê girt
Rejîma Tirk a piştî ‘Kalkana Firatê’ Z. Aksakalli, piştî Efrînê Î.M Temel, piştî Îdlibê E. Çarobacî yên ‘qehremanên demkî’ îlankiribûn ji erkê girtin, niha jî ‘qehremanê Lîbyayê’ Cîhat Yayci ji erkê girt. -
Nerazîbûnên li dijî desthilata AKP/MHP’ê didomin
Hêrsa li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’ê ya bi darbeya faşîst a desthilata AKP/MHP’ê dewam dike. Di çalakiyan de ev hate gotin: “Qeyûm tê wateya xespkirina vînê, em vê qebûl nakin.” -
Li Kerkûkê 8 sitargehên DAÎŞ’ê hatin rûxandin
Di operasyonekî Antî-Teror ya Iraqê de, li bajarokê Dubis ya ser bi bajarê Kerkûkê 8 sitargehên çeteyên DAÎŞ’ê hatin rûxandin û hejmarekî çete jî hatin kuştin. -
Polîsên Tirk li Silopyayê ciwanek destgîr kirin
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê ciwanê bi navê Mehmet Ayas hate destgîrkirin. -
'Ya ku hate desteserkirin îradeya gel e; em ê bêdeng nemînin'
13 partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl desteserkirina şaredariyên HDP'î şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê li hemberî desteserkirin û tunehesibandina îradeya gel bêdeng nemînin. -
Li Girtîgeha Kandirayê sansura 'AKP'ê
Li Girtîgeha Kandirayê ku Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP'ê û siyasetmedar dîlgirtî ne, gotina 'AKP' li girtiyan hatiye sansurkirin. -
HDK: Divê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) civîna Meclîsa Giştî ya 3’emîn a Serdema 10’an li dar xist. Di civînê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkete pêş û hate xwestin ku divê tecrîd bi dawî bibe. -
Meclîsa Ciwanan a HDK'ê şehîdên 18'ê Gulanê bi bîr anî
Meclîsa Ciwanan a HDK'ê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karker, her çar şoreşgerên 18'ê Gulanê di salên cuda de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anî. -
Aktîvîstên TCŞ û JCA'yê dagirkeriya AKP-MHP'ê şermezar kirin
Nerazîbûna li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î didomin. Li Fransa û Elmanyayê ciwanan zîhniyeta dagirker a AKP-MHP'ê şermezar kirin. Li bajarê Bern ê Swîsreyê jî şehîd hatin bîranîn. -
Hewldana 78'an a Amedê Kûrtay, Anyik, Zengîn û Oner bi bîr anî
Hewldana 78'an a Amedê Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner bi bîr anî. -
HDP: Em şoreşgerên nemir ên di meha Gulanê de bi bîr tînin
Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê ji Îbrahîm Kaypakkaya heta Hakî Karer şoreşgerên nemir ên di meha Gulanê de bi bîr anî. -
Nexweşiya nû ya zarokan nayê fêhmkirin
Li welatên Ewropayê ku şewba vîrûsa koronayê lê bi bandor e, nexweşiyeke zarokan rû da ku navê PIMS'ê lê hatiye kirin. Hejmara zarokên bi vê nexweşiyê ketine gihîşt 230 kesî. -
ROJEVA 18'Ê GULANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Gulana 2020'an. -
Li gorî rayedarên Tirk di 24 saetên dawîn de 44 kes mirin
Li gorî rayedarên Tirk di 24 saetên dawîn de 44 kes ji ber koronayê mirine. -
Di çalakiya Yekîneya Tolhildanê ya Azad Sîser a HBDH’ê de 18 kes mirin
HBDH’ê diyar kir ku di çalakiya wan de ya li dijî Gerînendetiya Mala Dirûnê ya Artêşa Tirk a li Maltepeya Stenbolê 18 kes mirine û 36 kes jî birîndar bûne. -
Ji ber Covîd-19’ê 313 hezar kes mirin
Ji ber Covîd-19’ê li dinyayê 4 milyon û 750 hezar kes nexweş ketin û 313 hezar kes mirin. Hate diyarkirin ku li Tirkiyeyê jî gelek karker di dema şewbê de jiyana xwe ji dest dane. -
Depoya plastîkan, avahî û keştiya rêwiyan dan ber agir
Însiyatîfa Zarokên Agir, li Entalya û Îzmîrê keştiya rêwiyan, depoya plastîkan û avahiyek 4 kat dan ber agir. -
HBDH: Me li Mala Dirûtinê ya Artêşa Tirk da
HBDH’ê diyar kir ku wan li Mala Dirûtinê ya li Maltepeyê ya Artêşa Tirk dane. -
DAÎŞ'ê di dema pandemiyê de êrişên terorê zêde kir
Di medya Fînlandiya û Swêdê de hate ragihandin ku tevdîrên welatan ên ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrûsa koronayê bi kêrî DAÎŞ'ê hatine û çeteyan di vê demê de kar û çalakiyên xwe yên terorê ji nû ve zêde kirine. -
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Helsînkiyê hatin şermezarkirin
Komek ji Kurdistaniyan, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, li Helsînkiyê şermezar kirin. -
HDK: Polîtîkaya windakirinê didome
HDK'ê diyar kir, ku dewleta Tirk polîtîkaya windakirinê didomîne û ragihand, "Tabloya piştî salên 1990'î encameke rasterast a polîtîkaya Tirkiyê ya li ser pirsa Kurdan bû û bû xwedî rengekî sîstematîk."