ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 15'Ê GULANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Gulana 2020'an. -
Li Tirkiyê hejmara miriyan 4 hezarî derbas kir
Li Tirkiyê di nava 24 seatan de 55 kesên din ji ber sedema vîrûsa koronayê mirine. -
Rêxistinên pîşeyî hişyariya ‘em ê hewldanên desthilatê bidin sekinandin' dan
TMMOB, TTB, TURMOB û TDB, baro û odeyên pîşeyî ji bo rawestandina desthilata ku sîstema hilbijartinê dike hedef, wê kar bikin. -
Banga 'Bila derzî ji bo her kesî bêpere be'
Serokkomarê Efrîkaya Başûr Chrîl Ramaphosa û Serokwezîrê Pakistanê Îmran Han jî di nav de zêdeyî 140 kesayetan ji bo derzî û dermanê li dijî vîrûsa koronayê bê peydakirin ji her kesî re bêpere be, bang kirin. -
Hejmara 204'an a Stêrka Ciwan derket
Kovara ciwanan a mehane Stêrka Ciwan hejmara xwe ya nû bi sernavê "Di xeta têkoşînê ya şehîdan de em bi ser bikevin" weşand. -
KCDK-E: Bi mayina li malê em nikarin pêşî li qirkirinê bigirin
KCDK-E'yê bal kişand ser êrişên qirker ên dewleta Tirk û diyar kir ku ew ji nû ve dest bi karên xwe dikin ên di dema şewbê de rawstandibûn. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em xwe li malê asê nekin, bi xurtî tevlî çalakiyên li nava kolanan bibin." -
Dewleta Tirk nehişt cenazeyên gerîla bên şuştin
Leşkerên rejîma Tirk nehiştin ku cenazeyên 2 gerîlayên li Semsûrê jiyana xwe ji dest dan bên şuştin. Ji bo veşartina cenazeyan jî hiştin ku tenê 5 kes tevlî merasîmê bibin. -
Tecrîd li Kuçukçekmeceyê hate şermezarkirin
Însiyatîfa Jin ên Tîrêjên Rojê li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê li dijî tecrîdê pankart daliqandin. -
Krîza li DYE'yê bandora herî giran li bêkaran û zarokan dike
Di nava welatên pêşketî de yek ji welatên ku ji aliyê ewlekariya civakî ve herî zêde lawaz e, DYE ye. Li DYE'yê bi krîza nû re malbatên ku rewşa wan a aboriyê baş e jî ketin wê rewşê ku nikaribin xurekê peyda bikin. -
ÎGFM: Bila Gulser Yildirim bê berdan
Yekîtiya Mafên Mirovan a Neteweyî (IGFM) ji bo berdana siyasetmedara Kurd Gulser Yildirim nameyek ji Erdogan re şand. -
Girtî ji bo jiyanê li ber xwe didin
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen got, bi hezaran girtiyên ku li derveyî qanûna înfazê hatine hiştin û di nava lepên şewbê de ne, ji bo jiyanê li ber xwe didin. -
ROJEVA 14'Ê GULANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Gulana 2020'an. -
Li Tirkiyê 58 kesên din ji ber vîrûsa koronayê mirin
Li Tirkiyê di nava 24 seatan de 58 kesên din ji ber sedema vîrûsa koronayê mirin. -
Polîsan êrîşî bîranîna Soma yê kirin
Polîsan êrîşî bîranîna 6’emîn salvegera qetlîama Somayê ya di xwestin li ber Madenci Anit ê bê lidarxistin, kirin û gelek kes destgîr kirin. -
Însyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyek da
Însyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Bûrsa û Sakaryayê du cihên AKP û hevkarên wê şewitandine. -
Siyasetmedarê Kurd Alinak hate berdan
Siyasetmedarê Kurd Mahmût Alinak piştî rehîngirtina 3 mehan û şûnde hate berdan. -
HBDH'ê li dijî êrişa li ser goristanan çalakî li dar xist
Milîsên HBDH'ê bersiv dan êrişên li dijî goristanan û li Tarsûsê qemyonek û 8 wesayit şewitandin. Milîsan hêzên desthilatdariyê hişyar kirin. -
Rapora li ser binpêkirina mafên mirovan a li 72 girtîgehan
CÎSST'ê li ser binpêkirina mafên mirovan a li 72 girtîgehan raporek amade kir. Qedexekirina zebzeyan, nepaqijî, firotina maskeyan bi pereyan, nedana xwarinê ji bilî dema sihorê û fitarê çend ji wan binpêkirinan e. -
HBDH: Em xwe pasîf nekin, kuçeyan vala nehêlin
HBDH'ê got di pevajoya pandemiyê de dewlet gelan ber bi mirinê ve dibin û diyar kir,''Heta ku faşîzm û kapîtalîzm hebe em nikarin xwedî tendirist bin''. HBDH'ê got têkoşîn bi mal û medyaya civakî re nikare were sînordarkirin. -
Elîaçik: Faşîzma dînî zêde bûye
Nivîskarê Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik diyar kir ku êrîşên li ser îbadetxane, cenaze û goristanan tê wateya zêdebûna faşîzma dînî. -
Girtiyê nexweş Kaya ji ber xwînîbûna rovî rakirin nexweşxaneyê
Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ê di Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê ji ber xwînîbûna rovî rakirin nexweşxaneyê. -
'Guh nedin teoriyên komployê'
Yek ji vîrologên naskirî yê Elmanyayê Prof. Drosten bi tundî li ber îdîaya profesorekî xwediyê xelata Nobelê rabû ku digot, 'Vîrûsa koronayê li laboratûwarê hatiye afirandin." Drosten got, divê zanyar guh nedin teoriyên komployê. -
ROJEVA 13'Ê GULANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Gulana 2020'an. -
Girtiyê nexweş Kaya, rakirin nexweşxaneyê
Girtiyê nexweş Kaya yê ku ku duh ji ber acizbûna wî rakirîn Nexweşxaneya Bajêr a Edenê bi hinceta “Şewb girtiye” nerazandin û vegerandin girtîgehê, ji ber ji roviyên wî xwîn tê dîsa rakirin nexweşxaneyê. -
17 kesên di merasîma Gokçek de hatibûn destgîrkirin hatin berdan
17 kesên di êrîşa polîsan ya li ser merasîma cenazeyê endamê Grup Yorum Îbrahîm Gokçek de hatîn destgîrkirin û sewqî edliyeyê kiribûn, bi şertê qedexeya derketina ji derveyî welat hatin berdan.