ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 21'Ê GULANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Gulana 2020'an. -
Li gorî reyedarên Tirk di nava 24 seatên dawî de 23 kes mirine
Li Tirkiyê îro ji ber sedema vîrûsa koronayê 23 kes mirine. Li Tirkiyê bi giştî hejmara miriyan gehişte 4 hezar û 222 kesan. -
Polîsan êrîşî bîranîna şehîdên meha Gulanê kirin
Polîsan êrîş bire ser rêxistinên ciwanan ên ku dixwestin pêşengên şoreşê bibîr bînin, 3 kes bi êşkenceyê destgîrkirin. -
Biryara berdana hevşaredar Orencî hate dayîn
Biryara berdana Hevşaredarê Qelqeliyê Dîlan Orencî ya di operasyoneke meha Kanûnê de hatibû girtin û li şûna wê qeyûm hate danîn, hate dayîn. -
Polîsan êrîşî daxuyaniya çapemeniyê kir û gelek kes destgîr kirin-NÛ BÛ
Hevserokê HDP’ê yê Enqereyê Vezîr Coşkûn Parlak, civaknas Velî Saçilik, parlementerê berê yê HDP’ê Nîhat Akdogan, Denîz Akîl, Zeyno Bayramoglû, Mehmet Şerîf û 3 kesên navên wan nehate tespîtkirin, hatin destgîrkirin. -
OHD’ê li goristana komî ya li Kîlyosê lêkolîn kir
komek ji parêzerên endamên Komeleya Ji bo Azadiyê Hiqûqnas (OHD) li 18 gorên komî ku dewleta Tirk dama li Kîlyosê kolan dikir, dest bi lêkolînan kirin. -
Gunay: Em tiştekî ji desthilatê hêvî nekin, em bibin yek
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got desthilata AKP-MHP'ê darbekar e û diyar kir ,''Ti maneya wê nîne ku mirov ji desthilatê tiştekî hêvî bike, divê hêzên demokrasiyê bibin yek.'' -
KNK'ê û 5 welatan bang li Neteweyên Yekbûyî kirin
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û heyşt rêxistinên ji pênc welatan bi hev re bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kirin ku di asta global de agirbest bê pêkanîn û girtiyên siyasî bên berdan. -
Gulum: Li girtîgehan rîskeke mezin heye
Wekîla HDP'ê Zuleyha Gulum got nûçe têne ber destê wan ku li girtîgehan rîsk berbelav dibe û heke demildest mudahele neyê kirin ji her mirina li girtîgehan berpirs wê dewlet be. -
Vîrûsa koronayê veguheriye amûra şerê psîkolojîk -II-
Di serî de Kurd divê hêzên demokrasiyê xwe ji bandora vî şerê psîkolojîk û îlluzyona wê rizgar bikin û li dijî faşîzmê tavilê dest bi seferberiya rêxistinbûn û çalakiyan bikin. -
ROJEVA 20'Ê GULANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Gulana 2020'an. -
Li gorî rayedarên Tirk di nava 24 saetan de 28 kes mirin
Li gorî rayedarên Tirk ji ber şewba Covîd-19 di nava 24 saetan de li Tirkiyeyê 28 kes mirine. -
Rewşa girtiyê nexweş Kaya giran dibe
Girtiyê nexweş Sebrî Kaya yê li Osmaniyeyê di beşa lezgîn de tê ragirtin, rewşa wî giran dibe. Cara duyem ji rûviyê Kaya xwîn çû. -
YPS'ê li Mûgla û Denizliyê çalakî kir
Endamên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zeryan Deniz yên YPS'ê bi çarçoweya, ''Pêngava Tolhildanê ya li dijî mêtingeran û sîxûr-nokeran'' li Mûgla û Denizliyê çalakî kirin. -
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê şehîdên Meha Gulanê bibîr anî
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya şehîdên meha Gulanê bibîr anî, destnîşan kir ku dewleta Tirk di vê demê de polîtîkayên xwe yên faşîst, qirker û dagirker didomîne, peyamên berxwedanê dan. -
Darbeya Qeyûman li gelek bajaran hatin protestokirin
Dagirkirina şaredariyên HDP’ê, destgîrkirina hevşaredar û qeyûm li şûna wan bicihkirin, li gelek bajaran bi çalakiyan hatin protestokirin. -
Saziyên Kurdan ên li Rûsyayê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn
Sazî û rêxistinên Kurdan ên li Rûsyayê bi daxuyaniyekê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn. -
Konseya Ewropayê: Qeyûm heqaret e li gel û demokrasiyê
Serokê Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê Anders Knape nerazîbûneke tund nîşanî desteserkirina şaredariyan da û got, “Qeyûm heqaret e li hilbijêr û demokrasiyê.” -
Li Santîagoyê çalakiyên protestoyî yên li dijî birçîbûnê
Li banliyoya El Bosqûe ya paytexta Şîlî Santîagoyê, ji bo şermezarkirina xelayê çalakiyek hate lidarxistin û di navbera çalakgeran û polîsan de şer qewimî. -
Însiyatîfa Zarokên Êgir derbarê şewatan daxuyanî da
Însiyatîfa Zarokên Êgir li Îzmîr, Antalya, Kocaelî û Eskîşehîrê hin dever şewitandin û li dijî faşîstên Tirk banga tolhildanê kir. -
Desteserkirina şaredariyan li Torontoyê hate şermezarkirin
Li Torontoyê, desteserkirina şaredariyên HDP'î hate şermezarkirin. -
Mizrakli ji bo berxwedana li dijî zilmê bang kir
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli yê ku di Girtîgeha Kayseriyê de girtiye, ji bo berxwedana li dijî zilmê bang kir. -
670 rewşenbîrî ji bo Zînî Wertê bang kirin
670 rewşenbîrî nameyek ji rayedarên Başûrê Kurdistanê re şandin û gotin, "Em şerê birakujiyê naxwazin." Di daxuyaniyê de hate xwestin, hêzên li Zînî Wertê hatine bicihkirin bên vekişandin. -
Li Bexdayê li dijî Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê êrişa bi roketê
Li paytexta Iraq Bexdayê, roketek li nêzî Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê ket. -
Partî û saziyên Kurdistanî li ber desteserkirina şaredariyan rabûn
Partî û saziyên Kurdan ên li Ewropayê li ber desteserkirina şaredariyên HDP'î rabûn û li dijî desteserkirina îradeya gel banga berxwedan û têkoşînê kir.