OHD’ê li goristana komî ya li Kîlyosê lêkolîn kir

komek ji parêzerên endamên Komeleya Ji bo Azadiyê Hiqûqnas (OHD) li 18 gorên komî ku dewleta Tirk dama li Kîlyosê kolan dikir, dest bi lêkolînan kirin.

Dewleta Tirk di sala 2017’an de Şehîdgeha Garzan a li Taxa Oleka Jor a Bedlîsê hilweşandibûn, cenazeyên gerîla revandibûn Stenbolê.

Ji 282 cenazeyên ku bi hinceta testa DNA’yê birina Saziya Tiba Edlî, derket holê ku hestiyê aîdî 261 kesî li 18 gorên komî ku dema li Kîlyosê li goristana bêkesan dihate kolandin, hatine definkirin.

Li ser vê komek parêzer ên endamên OHD’ê li goristanê dest bi lêkoşînan kirin.

Rêveberê Navenda Giştî ya OHD’ê Bûlent Aşa yê piştî ku li goristanê lêkolîn kir daxuyaniyek kurt da û got: “Ti aliyê ne hiqûqî û ne jî exlaqî yê tiştên hatine kirine, nîne.”

Aşa anî ziman ku wê rapor amade bike û rojên pêş bi raya giştî re parve bike. Hew wiha wê mijarê veguhêzin asta netewî û navneteweyî jî.