ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Tirkiyê di nava 24 seatan de 84 kes mirine
Li gorî rayedarên Tirkiyê di nava 24 seatan de 84 kesan ji ber pandemiya koronavîrûsê jiyana xwe ji dest dane. -
Li girtîgehên Mereşê ji girtiyan re xwarin nayê dayîn
Li Girtîgeha Turkoglu ya Mereşê ev 2 hefteye ji aliyê îdareya girtîgehê ve zext li girtiyan dike. Hemwelatiyê Swêdê Ahmet Nas jî di nav de ev 2 hefteye xwarin nadin girtiyan. -
Milîsên HBDH’ê li Stenbolê 1’ê Gulanê pîroz kirin
Milîsên HBDH’ê li kolanên Stenbolê 1’ê Gulanê bi pankart û molotofan çalakiyek kirin. -
Li Kurdistan û Tirkiyeyê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin
Karker, Kedkar û jinan li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz kirin. -
Zarokên Agir bîlançoya çalakiyên meha Nîsanê eşkere kir
Însyatîfa Zarokên Agir, bîlançoya çalakiyên meha Nîsanê eşkre kir. -
Halkevlerî êriş û destgîrkirin şermerzar kir
Endamên Halkevlerî li pêşiya Bîrdariya Madencî ya li Enqereyê li hev kom bûn û 1'ê Gulanê pîroz kirin. Çalkageran êriş û destgîrkirina li Taksîmê jî şermerzar kirin. -
Covîd-19: Di nava 2 mehan de zêdeyî 50 rojnamevan mirin
Li gorî rêxistineke civakî ya sivîl ku navenda wê li Cenevreyê ye, li gelemperiya cîhanê ji ber vîrûsa koronayê di nava 2 mehan de zêdeyî 50 rojnamevanî jiyana xwe ji dest dane. -
Di 1'ê Gulanê de polîsan êriş birin ser kedkaran -NÛ BÛ
Polîsên Tirk êriş birin ser kedkaran ên ku xwestin bi rengekî sembolîk 1'ê Gulanê li Taksîmê pîroz bikin. Di encamê de gelek kes hatin destgîrkirin. -
Yekîneya Tolhildanê li Bûrsayê çalakî kir
Tîma Tolhildanê ya Şehîd Rênas Andok a Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn li Bûrsayê li kargeha hevkarê AKP-MHP'ê çalakî kir. Yekîneyê diyar kir, "Divê her ciwan bibe şervanekî tolhildanê." -
Polîsan êriş birin ser çalakiya 1'ê Gulanê ya li Taksîmê
Polîsên Tirk êriş birin ser pîrozbahiya sembolîk a 1'ê Gulanê ku dihate xwestin li meydana Taksîmê bê lidarxistin. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin. -
Zarokên Agir: Me agir berda plazaya 15 qatî
Koma bi navê Zarokên Agir ragihand ku li navçeya Maltepe ya Stenbolê plazeyeke 15 qatî şewitandine. -
Atasoy: Pêwîstî bi destwerdana civakî heye
Sekretera jinan a KESK'ê Atasoy got, eger destwerdaneke civakî ya ku xwe dispêre têkiliya rast a navbera xweza, mirov, ked û zanistiyê neyê kirin, hingî sîstem wê bidome. -
Pîroglû: Her der divê bibe qada 1'ê Gulanê
Parlamenterê HDP'ê Mûsa Pîroglû desthilatdar kir ku divê kes teslîmî hîlekariya desthilatdariyê nebe û got, "Divê her der bibe qada 1'ê Gulanê." -
Qedexeya derketina derve ya ji bo 3 rojan dest pê kir
Di çarçoveya tevdîrên dijî vîrûsa koronayê de li 31 bajaran qedexeya derketina derve ya ji bo 3 rojan dest pê kir. -
Li Tûzlûçayirê ji ber 1'ê Gulanê 4 kes hatin destgîrkirin
Li Tûzlûçayirê 4 kesên ku ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê bang kirin hatin destgîrkirin. -
ROJEVA 1'Ê GULANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
HBDH’ê çalakiya li otela bi navê Anatolîon a li Dîlokê li xwe girt
Yekîneya Tolhildanê ya Orhan Yilmazkaya ragihand ku bi rêbazekî taybet di saetên sibehê de wan otela 5 stêrk a bi navê Anatolîon a li Dîlokê û 32 milyon dolar lê hatiye mezaxtin şewitandine. -
Li gorî rayedarên Tirk di nava 24 saetan de 93 kes mirine
Li gorî rayedarên Tirk ji ber pandemiya şewba koronayê di nava 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 93 kes mirine. -
Tanrikûlû di 18 salan de 24 hezar karker mirin
Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû diyar kir ku di desthilatdariya AKP’ê ya 18 salan de 23 hezar û 980 karker mirine. -
KCD-DBP: Divê li Îmralî û hemû girtîgehan test bên kirin
Parlementerê HDP’ê Mûsa Farîsogûllari diyar kir ku li girtîgehan tedbîr nehatine girtin, divê di serî de li Îmralî û hem girtîgehan bi lezgîn test bên kirin. -
Hejmara kesên bi vîrûsê dikevin û dimirin her diçe zêdetir dibin
Hejmara kesên bi şewba Covîd-19 ketine gihişte 3 milyon û 238 hezar kesî, 228 hezar kes jî mirine. Tevî ku Tirkiye hejmara rastî diveşêre jî di rêza 7’ê de cih digire. -
Yekîneyên Tolhildanê: Desthilat û hevkar wê hedefa me bin!
Yekîneyên Tolhildanê ragihand ku wê her roj desthilata AKP-MHP’ê û navendên hevkarên wê di hedefa wan de bin. -
Rêxistinên tenduristiyê daxwaza ‘cîhaneke bê şewb û mêtinger’ kir
Gelek rêxistinên tenduristiyê bi rêya telekonferansê civînek lidar xist û bi daxwaza ‘cîhaneke bê şewb û mêtinger’ kirin û 1’ê Gulanê pîroz kirin. -
Çerkezoglû: Em ê pergala nû bi hêza xwe ava bikin
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû di bîranîna cangoriyên 1’ê Gulanê de axivî û diyar kir ku bi şewbê re pergala neolîberal a kapîtalîst têk çûye. -
Li Lubnanê sîstem hildiweşe, li kolanan hêrseke mezin heye
Krîza siyasî, aborî û civakî ya li Lubnanê bi pandemiya Covîd-19 re mezintir bû. Çavdêrên siyasî dibêjin, Lubnan êdî ne li ser zinar e, êdî ji zinar wer dibe.