ROJANE
Hemû Nûçe
-
HBDH'ê ji bo Îbrahîm Gokçek banga çalakiyan kir
Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Gelan (HBDH) ji bo Îbrahîm Gokçek ê di rojiya mirinê de ye banga çalakiyan kir. -
Yenî Ozgur Polîtîkayê ji bo abonetiyê bang kir
Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ku wê 4'ê Gulanê ji nû ve li ser kaxizê bê çapkirin, banga abonetiyê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hûn jî dikarin bibin beşek ji kevneşopiya çapemeniya azad." -
Polîsan ciwanê ji Sûriyeyê kuşt
Li Edeneyê, Alî El Hemdan ê ji Sûriyeyê ji aliyê polîsan ve hate kuştin. -
HBDH: Li hemberî faşîzmê divê em alaya Şoreşa Yekgirtî bilind bikin
HBDH: Li hemberî faşîzmê bilindkirina têkoşîn û rêxistinbûnê peywira me ya sereke ye. Li hemberî emperyalîzm, kapîtalîzm û faşîzmê divê em alaya Şoreşa Yekgirtî bilind bikin. -
HDP: Koçber di nava lepên birçîbûnê de hatin hiştin
HDP'ê diyar kir, di dema pandemiyê de koçber li nava birçîbûnê de hatine hiştin û destnîşan kir, "Bêewlehî û terikandina koçberan bi qasî pandemiyê kujer û travmatîk e." -
Kiliçaslan: Mejiyê mêr ê mîlîtarîst ji vîrûsê bêhtir metirsîdar e
Fatma Kiliçaslan a HDK'î diyar kir, ku qedexeya derketina derve ya ji ber şewba Covîd-19 hate ragihandin, bû sedema zêdebûna tundiya li jinê û got, bûyerên tundiyê yên hatin qeydkirin bi rêjeya 38 ji sedî zêde bûn. -
'Mûstafa bi destê dadgeriya Tirk û desthilatdariya siyasî hate kuştin'
Parêzera Mûstafa Koçak Ezgî Çakir diyar kir ku bi komployekê xwestin Mûstafa Koçak ceza bikin, lê Koçak nexwest bikeve bin barê gunehên dewletê, lewma li ber xwe da. -
ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Di 24 saetan de li Tirkiyeyê 95 kes mirin
Li gorî rayedarên Tirk di nava 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa Koronayê 95 kes mirin. -
Li 31 bajaran ji 1 heta 3’yê Gulanê qedexeya derketina derve tê ragihandin
Li Tirkiyeyê di navbera 1-3’yê Gulanê de wê qedexeya derketina derve bê ragihandin. Qedexe 31 bajar li xwe digire. -
Ocalan banga yekîtiya netewî kir
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di axaftina li gel malbatê pêk anî de , banga yekîtiyê kir. -
Bultena Çavdêriyê ya Covîd-19: Rê bidin bila biçin Îmralî
Bultena Çavdêriyê ya Girtîgehan a Covîd-19, bal kişand ser berdanên li girtîgehan û diyar kir ku divê heyetek serbixwe tavilê biçe Îmralî. -
Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê ji bo Îbrahîm Gokçek banga lezgîn kir
Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê, Helîn Bolek û Mûstafa Koçak ên di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û ji bo Îbrahîm Gokçek bang li her kesî kir ku bi lezgînî çalakiyan bikin. -
MKP: Divê her der bibe qada 1’ê Gulanê
Partiya Maoîst Komunîst: “Divê her qada jiyanê bibe qadeke 1’ê Gulanê. Bi çalakiyên cihê divê 1’ê Gulanê bibe roja têkoşînê.” -
Yenî Ozgur Polîtîka 4'ê Gulanê ji nû ve tê çapkirin -NÛ BÛ
Yenî Ozgur Polîtîka ji 4'ê Gulanê û pê ve ji nû ve dest bi weşana çapkirî dike. Rojname destpêkê wê bi 10 rûpelan bê weşandin û ji aboneyan re bê şandin. -
Diyar: Zînî Wertê xefk e
Hunermend Diyar Dêrsim diyar kir ku tê xwestin di navbera Kurdan de şer were destpêkirin û li ber dinyayê biçûk werin xistin. Diyar bal kişand ser vî tiştî ku Zînî Wertê li ber Kurdan xefkek e. -
Ji bo bîranîna Orhan Yilmazkaya klîbek hate amadekirin
Yek ji damezrînerên Biryargeha Şoreşger Orhan Yilmazkaya di 27'êw Nîsana 2009'an de piştî berxwedana li Bostanci ya Stenbolê şehîd bûbû. Ji bo bîranîna Yilmazkaya klîbek hate amadekirin. -
Qedexeya derketina derve ya li 31 bajarî bi dawî bû
Qedexeya derketina derve ku Wezareta Karên Hundir a Tirk ji ber pandemiya vîrûsa koronayê li 31 bajarî ji bo 4 rojan ragihand bi dawî bû. -
ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. -
Li gorî rayedarên Tirk di 24 saetan de 99 kes mirin
Li gorî rayedarên Tirk di 24 saetên dawîn de 99 kes ji ber koronayê mirine û hejmara nexweşan jî bûye 110 hezar. -
Sê ziman, sê jin û ‘Cîao Bella’
Hunermend Mizgîn Tahir, Îtzîar Îtûno û Erîca Boschîero li ser medyaya dîjîtal Cîao Bella strandin. -
Êrişên dagirkeriyê li bajarên Swêdê hatin şermezarkirin
Kurdistaniyan êrişên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê, li 5 bajarên Swêdê şermezar kirin. -
HDP: Karkerê li Dîlokê ji ber polîtîkaya desthilatdariyê mir
HDP'ê ragihand, berpirsyarê mirina karkerê li Dîlokê ji ber vîrûsa koronayê, desthilatdariya AKP-MHP'ê ye. -
DKP/Yekîtî: Em têkoşîna çînî di 1'ê Gulanê de mezin bikin
DKP/Yekîtî 1'ê Gulanê pîroz kir û diyar kir, "Em li her qadê stranên xwe yên berxwedanê bistirên, çalakiyeke çînî pêk bînin ku pêvajoya hilberînê rawestînin." -
'Heta ku Seyfo bê naskirin têkoşîna me wê bidome'
Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê bi wesîleya salvegera 105'an a Qirkirina Seyfo daxuyanî da û diyar kir, "Em dewleta komara Tirkiyeyê bi tundî şermezar dikin, ku ev komkujî amade kir, pêk anî û hîn jî bi gotina 'qaşo' vê yekê nas nake."