Fikarên Chomsky û Morîn ên piştî Covîd-19’ê
Ramangêr Noam Chomsky û Edgar Morîn diyar dikin ku piştî pandemiya Covîd-19’ê dibe ku meylên totalîter zêde bibin.
Ramangêr Noam Chomsky û Edgar Morîn diyar dikin ku piştî pandemiya Covîd-19’ê dibe ku meylên totalîter zêde bibin.
Hinek welatan krîza tendirustiyê ji xwe re kirin firsend û rayeyên xwe zêdetir kirin. Hin welatan jî derfetên xwe yên çavdêrî û şopandinê berfirehtir kirin. Zimannas Noam Chomsky û fîlozof Edgar Morîn ji kanala RTS a Swîsreyê re axivîn û qala fikarên xwe yên piştî Covîd-19’ê kirin.
CHOMSKY: DIŞIBE SALÊN 1930’Î
Ramangêr Noam Chomsky (91) ê ku bûbû şahidê totalîrîteya di salên 1930’î de diyar dike ku hin rejîm sûdê ji vê krîzê werdigirin û ferzkirina awayên xwe yên rêveberiyê rîskeke mezin bi xwe re tîne.
Chomsky dibêje ku “Piştî krîza aboriyê ya di sala 1930’an de du tercîh derketibûn holê. Yek jê demokrasiya civakî ya Roosvelt a wekî li DYE’yê bû û ya din jî ya Hîtler bû. Encamên wê îro tên zanîn. Rewş ne wekî hev e û lê di gelek waran de dişibe hev.
Ev krîz beriya her tiştî ji bo rejîmên totalîter wekî firsendekê tê dîtin û wisa tê pêşkêşkirin ku modelên otorîter wekî ku ji demokrasiyan baştir e. Lê di warê pratîkê de tevdîrên herî baş di nav dewletên demokratîk de hate wergirtin. Tayvan û Koreya Başûr encamên baş bi dest xistin. Tişta pêwist e ev ku divê dewlet ji bo berjewendiyên gel têkeve fikaran.”
MORÎN: DIBE KU YA HERÎ BAŞ Û YA HERÎ XERAB PÊK WERE
Fîlozof Edgan Morîn ê 99 salî jî dibêje ku “Min encamên krîza di sala 1929’an de dît, Hîtler bû. Ji ber dahatûyê ez dikevim fikaran. Beriya krîza koronavîrusê jî meyleke paşverû hebû ya ku bi krîza demokrasiyê xwe derdixist pêş lê bi pergalên neo-otorîter re cih diguherî. Îro di vê krîza heyî de, têr nake ku em bibêjin wê dinyayeke nû ava bibe. Wê dinyayeke nû ava bibe, lê belkî ya herî xerab yan jî ha herî baş be.”
BIHÎSTYARIYEKE NÛ AVA BÛ
Fikarên Morîn hebe jî ne reşbîn e. Morîn diyar dike ku vê krîzê li ber fikirandina mirovan vekiriye û got ku “Bi tecrubeya mayina li malê re bihîstyariyeke nû çêbû. Vê bihîstyariyê qisûr û kêmasiyên civakan nîşan da û dide fikirandin ku divê rêyek were dîtin. Heke were dîtin ku wê rewş xerabtir nebe, di warê çandî û tiştên din de dibe ku di warê navneteweyî de hevkariyek pêk were û di warê herêmî de dibe ku asteke ne global ava bibe.”