Mustefa Kazimî hikûmetê pêk anî û bû serokwezîrê Iraqê

Mustefa Kazimî yê ku ji bo pêkanîna hikûmetê hatibû erkdarkirin, hikûmet ava kir û bû serokwezîrê nû yê Iraqê.

Piştî zêdertirî ji 5 mehan ya ji destkêşana hikûmeta berê ya bi serokatiya Adilebdul Mehdî, duh şev parlementa Iraqê bi piraniya dengên pê bawer bi 15 wezaretên kabîneya nû ya Mustefa Kazimî dan û 5 namzet jî red kirine, her wiha 2 wezaret jî ji ber nebûna namzatî deng li ser hate paşxistin.

Piştî wê duh bi şev parlemena Iraqê bawerî bi kabîneya Mustefar Kazimî anî, Mustefa Kazimî serokwezîrê nû yê Iraqê bi rêya twittera xwe daxuyaniyekî belavkir.

Mustefa Kazimî di twittera xwe de ragihand, parlemena Iraqê bawerî bi kabîneya wî aniye û got: “Ez ê bê rawestan kar bikim ji bo bidestxistina hêviyên gelê xwe.”

KABÎNEYA NÛ YA MUSTEFAR KAZIMÎ JI VAN NAVAN PÊK TÊN

Serokwezîr: Mustefa Kazimî

Wezîra Avakirin, Nîştecêkirin û Bajarvaniyê: Nazenîn Mihemed Wiso

Wezîrê Xwendina Bilind: Nebîl Ebdulsahîb

Wezîrê Navxweyî: Osman Xanimî

Wezîrê Berevaniyê: Cumha Îmad

Wezîrê Veguhestinê: Nasir Husên

Wezîrê Plandanan: Xalid Necim

Wezîrê Darayî: Elî Ebdulemîr Ellawî

Wezîrê Tendirûstiyê: Hesen Mihemed

Wezîrê Elektirîkê: Macîd Mehdî

Wezîrê Spor û Gencan: Ednan Dircal

Wezîrê Pîşesaziyê: Munhîl Ezîz

Wezîrê Gihandinê: Erkan Şehab

Wezîrê Kar: Adil Haşûş

Wezîrê Perwerdê: Elî Hemîd