ROJANE
Hemû Nûçe
-
Serokên sindoqan ên AKP’yî di hîleyan de sînoran nas nakin!
Serokên sindoqan ên AKP’yî di diziya dengan de ber bi rekorê ve diçin. -
Hevşaredarên Dêrsimê dengê xwe bikar anîn
Hevşaredarên Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl, ji bo hilbijartinên parlamenteriyê yên dema 25. dengê xwe bikar anîn. -
AKP didize gel digire
Li Lîseya Îmam Hatîp a Maltepe ya Stenbolê endamê desteya sindoqê yê AKP’yî A.Ç. dema cara duyem deng bikar anî hat girtin. -
Çoban û Kaya dengê xwe bikar anîn
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Hatîce Çoban û Bekîr Kaya danê sibehê, ji bo hilbijartinên giştî li gelek dibistanan geriyan û dûre dengê xwe bikar anîn. -
Li Roboskî û Becih dengdayîn didome
Li gundên Roboskî û Becih ên Şirnexê dengdayîn didome. Namzetê HDP’î Encu jî bi gotina, “Em malbatên Roboskî dibin Meclîsê” dengê xwe bikar anî. -
Serokê sindoqê û polîs bi hev re tevdigerin
Serokê sindoqa bi hejmara 2119'an a Dibistana Seretayî ya Bogazkoy a navçeya Stenbol Başakşehîrê bi zora polîsan dildarê "Oy ve Otesî" derxist derve. -
Li Pendîkê destûr ji çavdêran re nayê dayîn ji bo têkevin hundirê salonê
Li Dibistana Seretayî ya Dûmlûpinar a Pendîk a Stenbolê, destûr ji çavdêran re nehat dayîn ku bikevin hundirê salona dengdayînê. Bi Serokê Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê re hevdîtin hat kirin, rapor hat nivîsandin. -
Wekîlê AKP'yî li ser sindoqê êrîş kir
Parlamenterê AKP'ê yê Meletiyê û namzetê AKP'ê yê parlamenteriyê Mûstafa Şahîn, hewl da li wezîfedarên li ber sindoqê bide. -
Hevşaredaran dengê xwe bi daxwaza aştî û azadiyê bikar anîn
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli çûn ser sindoqan û dengê xwe bikar anîn. -
Muşahidên HDP’ê li Edîrneyê rastî êrîşê hatin
Li Dibistana Seretayî ya Karaagaç a Edîrne faşîstên sîvîl muşahidên Mala Gel tehdîd kirin û HDP’yiyek birîndar kirin. -
Hîleyên AKP'ê yên li ser sindoqan bê navber dewam dikin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi destpêkirina dengdayînê re hîle û zextan jî destpê kirin. Di hilbijartinê de polîs, leşker, qeymeqam, walî û hemû hêzên din ên dewletê ji AKP'ê re dixebitin. -
Li Neumunster şeva piştevaniyê
Li bajarê Neumunster ê Elmanyayê bi Navenda Civaka Kurd a Demokratîk re şeva piştevaniyê hat lidarxistin. -
Kesên temenê wan nagire deng bikar anîn
Li Konyayê kesên tevî temenê wan nagire deng bikar anîn hatin girtin. -
Hîleyên di sindoqan de didomin
Li Dibistana ÎBB Barbaros Hayrettin a Stenbolê di sindoqa hejmar 1383 de li şûna 3’yan 4 û li şûna reş mora sor derket. Di vê navberê de serokê sindoqê li dibistana Ulus a Bûrsa xwest morê û pisûlaya deng derxe derve. -
Wezîfedaran nexwestin hilbijêrê HDP'yî yê astengdar deng bikar bîne
Li Îzmîrê wezîfedarên li ber sindoqê hewl dan ku hilbijêrekî çavê xwe nabîne, dengê xwe bikar neyne. -
Li Frankfûrt çalakî: Amed ne bi tenê ye
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga HDP’ê ya Amedê hat şermezarkirin. Hat diyarkirin ku hikûmeta AKP’ê ji êrîşê berpirsyar e û derbaskirina bendê wê bersiva herî baş be. -
Li Amedê zext û hewldanên hîleyê zêde dibin
Li Kurdistanê dengdayîn dewam dike. Lê di heman demê de zext û hewldanên hîleyê jî zêde dibin. -
Hemû rayedarên dewletê yên li Kurdistanê ji AKP'ê re dixebitin
Li Wanê, zexta li hilbijêrên HDP'yî tên kirin û hîleyên di dengdayînê de dewam dikin. -
Baydemîr: Yên di dengdayînê de hîleyan bikin wê hesap bidin
Namzetê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr da xuyakirin ku li hemberî kesên bi komî dengan bikar tînin, nahêlin çavdêr wezîfeya xwe bikin, wê li qada hiqûqê têkoşîna pêwîste were meşandin. -
Pîra 115 salî ji bo HDP'ê rabû ser xwe
Pîra 115 salî got 'ji bo aştî û azadiyê HDP' û ji nava nivînan rabû ser xwe û dengê xwe bikar anî. -
Bûldan: Wê rojeke nû li Tirkiyeyê hilê
Li Stenbolê, hilbijêr eleqeyeke mezin nîşanî hilbijartinan didin. Ji namzetên HDP'ê yên Stenbolê Pervîn Bûldan got, "Piştî saet 21:00 ê vê êvarê, li Tirkiyeyê wê rojeke nû hilê. Biratiya gelan wê bi ser bikeve, bindest wê bi ser bikevin." -
AKP'yî bi israr bi awayekî vekirî deng bikar tînin
Li Gemlîkê, kurê endamê Meclîsa Şaredariyê yê AKP'yî Suleyman Katûr ku dubare deng bikar anî, bi girtename û raporê re ev hîleya wî hat tespîtkirin. -
Li Amedê hilbijêrek hat binçavkirin
Li Amedê, hilbijêreke dixwest dengê xwe bikar bîne, hat binçavkirin. -
Kesekî ji Sûriyeyê dema dengê sexte bikar dianî hat girtin
Li Dibistana Seretayî ya Ramazan Savaş a Mûratpaşa ya Antalyayê, kesekî Sûriyeyî dema deng bikar dianî hat girtin. -
Polîs li Êlihê çavdêran asteng dikin
Li Êlihê, Baro, ÎHD û Platforma Hilbijartinê ya Serbixwe, tevî erka çavdêriyê ya ji Desteya Hilbijartinê ya Bilind wergirtî, polîs bi îdîaya "destûra we hat betalkirin" wan asteng dikin.