Wekîlê AKP'yî li ser sindoqê êrîş kir

Parlamenterê AKP'ê yê Meletiyê û namzetê AKP'ê yê parlamenteriyê Mûstafa Şahîn, hewl da li wezîfedarên li ber sindoqê bide.

Parlamenterê AKP'ê yê Meletiyê û namzetê AKP'ê yê parlamenteriyê Mûstafa Şahîn, hewl da li wezîfedarên li ber sindoqê bide.

Li gorî nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê, ji ber ku danê sibehê navên ji lîsteya AKP'ê yên li sindoqa bi hejmara 1247'an wezîfedar nehatin, hat xwestin ku ji derve ve kesek were wezîfedarkirin. Wezîfedarê li ber sindoqê ragihand ku di rewşa heyî de 4 kers ji xwe wezîfedar in û pêwîstî bi vê nîne. Li ser vê yekê di navbera Şahîn û wezîfedarê li ber sindoqê de nîqaş derket.