Hîleyên AKP'ê yên li ser sindoqan bê navber dewam dikin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi destpêkirina dengdayînê re hîle û zextan jî destpê kirin. Di hilbijartinê de polîs, leşker, qeymeqam, walî û hemû hêzên din ên dewletê ji AKP'ê re dixebitin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi destpêkirina dengdayînê re hîle û zextan jî destpê kirin. Di hilbijartinê de polîs, leşker, qeymeqam, walî û hemû hêzên din ên dewletê ji AKP'ê re dixebitin.

li Dibistana Seretayî ya Gazîkent a Gazîemîr a Îzmîrê, polîsekî sivîl li sindoqa bi hejmara 1150 xwest bi awayekî vekirî û bi çek dengê xwe bikar bîne. Li ser dijderketina çavdêrên HDP'ê, ev hewldana wî hat astengkirin.

Li taxa Keçîkiran a navçeya Wan Bêgirî endamên Meclîsê yên AKP'yî Bariş Dûrmûş, Zekî Dûrmûş û Velî Dûrmûş êrîşî HDP'yiyan kirin û zerar dan du wesayîtan. Di êrîşê de welatiyên bi navê Sînan Çelîk û Orhan Çelîk birîndar bûn.

Li Stenbola xwedî 10 mîlyon 231 hezar hilbijêrî, li hin taxên navçeyên Bahçelîevler û Gungorenê  elektrîk qut bûn. Li hewşa Lîseya Emlak Konût a Buyukçekmeceyê 40 pisûla û zerf hatin dîtin. Li Dibistana Seretayî ya Osmangazî ya navçeya Bayrampaşayê jî li ser endamên desteya sindoqê yên AKP'yî çek derket. 

Li Şrinexê, li hewça Lîseya Pîşeyî ya Nazmiyeyê, maşînên zirxî hene û di bin zexta polîsan de gel dengê xwe bikar tîne.

Li Amedê, namzetê AKP'ê yê rêza yekemîn Salîm Ensarîoglû bi artêşeke ji parêzvanên çekdar ên walîtiyê jê re wezîfedar kir hat Dibistana Seretayî ya Mehmetcîk û dengê xwe bikar anî.

Li Dibistana Seretayî ya Yûnûs Emre ya li taxa Kaynartepe ya Baglarê, li gorî agahiyên ji çavdêrên HDP'yî hatin wergirtin, ji her sindoqê 15-20 dengên zêde derketine.

Li gundê Sûltanpetek ê Peyasê keyayê AKP'yî Sînan Meter gef li gundiyan xwar ku dengê xwe bidin AKP'ê.

Li Lîseya Bekîr Aral a Erxeniyê, wezîfedarên sindoqa bi hejmara 1034, 15-20 pisûlayên destpêkê bêyî morkirî dan bikaranîn.

Hat ragihandin ku li gundên Alatepe, Çobantaşi, Elmali û Yenîbaşlar ên bajaroka Hamamlar a Çewlikê, leşkeran dest danîne ser sindoqan. Li bajarokê Sîver ê Dara Hênê, AKP'yiyan li gundê Dîreklî hewl dan êrîşî wezîfedarên HDP'yî bikin.

Li Sêrtê destûr ji ÎHD'ê re nayê dayîn ku weke çavdêr bikeve hundir.

Li navçeya Mêrdîn Artûklûyê polîs ketin hundirê Dibistana Seretayî ya Fatîh, wêneyê gel kişandin û vê yekê rê li ber nerazîbûnê vekir. 

Li navçeya Mêrdîn Qoserê, Serokê AKP'ê yê Qoserê gef li endam û serokê desteya sindoqa bi hejmara 1384 a li Lîseya Pîşeyî û Teknîkê ya Keçan a Koçhîsarê xwar. 

Li gundê Hemeda Jêrîn a navçeya Riha Serêkaniyê, Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Mehmet Alî Asan li dij komeke ku hewl dida zextê li welatiyan bike ji bo dengê xwe bidin AKP'ê, lê li êrîşê rast hat.

Li Wanê, Şaredarê Tûşba yê AKP'yî Fevzî Ozgokçe ket hundirê pola sindoqa 1242 lê bû û gef li çavdêran xwar. Li navçeya Îpekyolû jî li 4 sindoqên li Lîseya Selahattîn Eyyûbî 156 dengên kêm, xuya kir. Qeymeqamê Payîzavayê Metîn Yilmaz li navendên dengdayînê geriya û heqaret li çavdêrên HDP'yî kir. Qeymeqam Yilmaz her wiha ferman da polîs û leşkeran. Li navçeya Tûşbayê, li Dibistana Seretayî ya Hasan Alî Yucel, pisûlayên bê mor hatin dîtin. Li dibistaneke Artemêtanê bi qasî 70-80 deng, ji ber ku mora li ser zerfê kêm bû, hatin betalkirin.

Li Dibistana Seretayî ya Şehîd Selahttîn a li Taxa Daggol û li Dibistana Seretayî ya 23 Nîsan ên Colemêrgê, polîsên sivîl wêneyên hilbijêran kişandin. Vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekir. Li gundê Bajêrgayê tîmên taybet hewl dan bi awayekî vekirî dengê xwe bikar bînin û li ser nerazîbûna gel neçar man li pişt perdeyê dengê xwe bikar bînin. Li gundê Cîranê û gundê Katûne leşkeran dest li gelê dengê xwe bikar dianî, werdan.

Li dibistana Mahmût Efendî ya Erzîromê, çavdêrên HDP'ê kesekî ku hewl dida 10 zerfên morkirî radestî serokê sindoqê bike, zevt kirin.

Li navçeya Xorasanê jî Şaredarê AKP'yî Abdulkadîr Aydin li taxan geriyan û gef li hilbijêran xwar.

Li navçeya Erdexan Goleyê, namzetê AKP'ê Orhan Atalay li ser sindoqan gef li welatiyan xwarin. Leşkeran jî hewl dan HDP'yiyan ji dora sindoqê biqewirînin.

Li Agirî jî dengdayîn tevî hemû astengiyan jî dewam dike.

Li Mereşê destûr ji çavdêrên HDP'ê re nehat dayîn ku li gundê Seyrantepeyê bikevin cihê dengdayînê.