ROJANE
Hemû Nûçe
-
Serketina HDP'ê li Moskowê tê pîrozkirin
Kurdistaniyên li paytexta Rûsya Moskowê dijîn, serketina HDP'ê ya derbaskirina ji benda hilbijartinê, pîroz kirin. -
HDP’yiyan wezîfedarê deng didizî girtin
Li Mersînê wezîfedarekî sindoqan ê hewl dida torbeyekî dengan ji avahiya edliyeyê derxe ji aliyê gel ve li ber edliyeyê hat girtin. -
HDP'ê li Çinarê AKP binpê kir
HDP'ê li navçeya Amed Çinarê AKP binpê kir. Ji 29292 dengên derbasdar ên navçeyê HDP'ê 23598 deng stend. -
Demîrtaş: Bila ti kes ji bo pîrozbahiyan derkevin kolanan
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş got, "Ji kerema xwe re bila ti kes, cihê xwe yê wezîfeyê neterikîne. Ji bo pîrozbahiyê bila ti kes danekeve kolanan. Mafê we hemûyane ku kêfxweş bibin. Lê belê hînê zû ye." -
Li Bedlîsê HDP partiya yekemîn e
Li Bedlîsê ji sedî 92 ê dengan hatin aşkerakirin. Li gorî van encaman, HDP'ê dengê xwe gelekî zêde kir. HDP'ê 52903, AKP'ê jî 29862 deng stend. -
Davûtoglû tenê deqeyekê axivî
Serokwezîr Ahmet Davûtoglû yê ku dihat gotin wê axaftina li şaneşînê bike, ji otobusê axaftineke kurt kir û got, "Biryara millet biryara herî rast e." -
Li Amedê gel diherike ber avahiya edliyeyê
Piştî bidawîbûna jimartina dengan, piraniya dengên li bajêr anîn Edliyeya Amedê. -
Li Edliyeya Dîlokê torbe tên guhertin
Li Dîloka ku HDP du parlamenteran derdixe kesên li pişt edliyeyê torbeyên dengan diguhertin ji aliyê kamerayan ve hatin girtin. -
Gelê Amedê wê li qada Newrozê bicive, wezîfedar wê cihê xwe neterikînin
Li Amedê HDP'ê biryar da ku li meydana Newrozê bicive. Di daxuyaniya HDP'ê de hat ragihandin ku jimartina dengan dewam dike, lewma divê xemsarî rû nede û ji gel xwest li qada Newrozê bicive. -
Wekîlên Jiyana Nû li Meclîsê ne
Ziya Pîr, Dîlek Ocalan, Garo Paylan, Feleknas Ûca, Tûrgût Oker, Muslum Dogan, Huda Kaya, weke wekîlên "jiyana nû" ya gelan diçin Meclîsê. -
Onder: Cihê xwe terk nekin îşev pîrozbahî nîne
Namzetê HDP’ê yê Enqereyê Onder, bang li tevayî wezîfedarên ser sindoqan kir ku heta encamên dawî neyên aşkerakirin cihê xwe neterikînin. -
AKP li Kurdistanê têk çû
AKP'ê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê kêm kir. Rêjeya dengên AKP'ê yên hilbijartinên 2011-2015'an bi vî rengî ye.. -
HDP’ê li Êlihê 3 qat zêdetirî AKP’ê deng wergirt!
Li navenda Êlihê ji 665 sindoqan 564 sindoq hatin vekirin. HDP ji sedî 74 li pêş e. AKP di sedî 16 de ma. -
Li 6 bajaran ji bilî HDP'ê ti partî nikarin wekîl derxînin
Li 6 bajaran ji bilî HDP'ê, ti partî nikarin parlamenterên xwe bişînin Meclîsê. -
Leşkeran xwestin li Norşînê sindoqan birevînin!
Li Norşînê, rayedarên leşkerî yên xwestin sindoqan bi zorê bibin, li ser nerazîbûna gel neçar man xwe vekişînin. -
Ciwanan polîsê deng direvand zevt kirin
Li Antalyayê, polîsekî dixwest kîsê dengan birevîne li ser sûc hat zevtkirin. Ciwanan kîsê dengan radestî Desteya Hilbijartinê ya Bajêr kirin. -
Malbata namzetê AKP’ê deng da HDP’ê!
Hat ragihandin li Kercosê malbata bernamzetê fenomê twîtter ê AKP'ê M. Emîn Ekmen jî deng dane HDP’ê. -
Li Çermûkê jî HDP li pêş e
Li navçeya Amed Çermûkê ji 14860 dengan HDP'ê 7101, AKP'ê 6012 deng wergirt. Jimartin dewam dike. -
Ji gundê Eker 1500 deng ji bo HDP'ê derket
Ji gundê Tepe yê Bismilê ku wekîlê AKP'yî Mehdî Eker jê ye, HDP'ê 1500, AKP'ê 205 deng wergirtin. -
HDP'ê li Wanê AKP eciqand
Li Wanê ji sedî 53 ê sindoqan hatin vekirin. Li gorî vê yekê ji sedî 70.45 HDP'ê, ji sedî 22.29 AKP'ê deng wergirt. -
Li Hezoyê HDP ji sedî 74.6 e
Li navçeya Êlih Hezoyê HDP'ê jis edî 74.6 ê dengan wergirt û bû partiya yekemîn. -
Li Liceyê HDP ji sedî 98 e
Li navçeya Amed Liceyê ku di her hilbijartinê de rekorê dişkîne, di vê hilbijartinê de jî HDP'ê ji sedî 98 ê dengan wergirt. -
HDP’ê li Heskîfê rekor şkand
Li Heskîfê ku piranî Ereb lê dijîn hejmartina dengan bi dawî bû. Li navçeya ku wek keleha AKP’ê dihat dîtin HDP’ê rekor şkand. -
Li Qubînê HDP'ê bi ferqeke mezin derket pêş
Li navçeya Qubînê ji 82 sindoqan 52 sindoq hatin vekirin. Li gorî vê HDP'ê ji sedî 74.9 derket pêş. -
HDP'ê li Qabilcewzê du qat ji AKP'ê zêdetir kir
Li navçeya Êlih Qabilcewzê, 43 ji 91 sindoqan vebûne. Li gorî vê HDP 3066, AKP 1761, û yên din jî 650 deng wergirtine.