ROJANE
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ragihand ku ew bi heyeta AKP’ê û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re avakirina çarçoveya qanûnî nîqaşkirine û ew armac dikin ku di demek nêz de bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.
Franco Danieli anî ziman ku serketina pêvajoyê bi azadiya Rêber Apo dibe û got, "Mafê zimanê dayikê, azadiya ocalan, mafê hêviyê û rûbirûbûna bi rabirdûyê divê hîmên esasî yên pêvajoyê bin."
Hişyar Ozsoy diyar kir ku pirsgirêka Kurd tenê bi nêzîkatiya çek danînê çareser nabe û got, “Ev ne meseleyeke hêsan a çek danînê ye; parametreyên çarçoveya siyasî ya siberojê wê di vê qanûna kok de bê diyarkirin.”
Ahmet Farûk Unsal anî ziman ku têkidlarî qanûna çarçoveyê agahî ji raya giştî re nehatiye dayin û got, "Eger qanûneke poşmaniyê bê ferzkirin ev yek wê neyê qebûlkirin. Ji ber ku mirov belasebep nemirin, belasebep êş nekişandin."
Siyasetmedarê ji Baskê Igor Zulaika Zurimendi işaret bi girîngiya diyalog û muzakereyan a di pêvajoyên aştiyê de kir û got, "Çareseriya pirsgirêkên siyasî bi rêbazên siyasî dibe."
Hemû Nûçe
-
Li Swêdê serketina HDP'ê hat pîrozkirin
HDP’ê di hilbijartinên giştî yên Tirkiye û Kurdistanê de ji sedî 13 deng girt û bend derbas kir. Piştî vê li bajarên Stockholm, Goteborg û Gavle yên Swêdê, Kurdistanî û Tirkiykeyî daketin qadan û ev serketin pîroz kirin.
-
Bi vîna gel ber bi jiyanek nû ve
Parlamenterên HDP’ê Pervîn Bûldan, Beyza Ustun, Fîlîz Kerestecîoglû, Garo Paylan û Alî Kenanoglû dan zanîn ku li Tirkiyeyê li dijî zilm û quretiyê, aştî û biratiya gelan qezenç kiriye.
-
-
"Ev hînê destpêk e, têkoşîn dewam dike"
Konfederasyona Gelan a Demokratîk a Ewropayê destnîşan kir ku girseyên bindest ber bi desthilatdariyê ve dimeşin û got, "Ev hînê destpêk e, têkoşîn dewam dike.
-
Serketina HDP'ê li Venlo hat pîrozkirin
Li bajarê Hollanda Venloyê serketina HDP'ê ya hilbijartinê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya li Meydana Stasyonê ya Venlo de, gelek welatî amade bûn. Pîrozbahî bi teqandina fîşekên hewayî bi dawî bû.
-
-
Coşa serketina HDP'ê li Elmanyayê
Li gelek bajarên Elmanyayê serketina HDP'ê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyên li Berlînê de parlamenterê Dîe Lînke Andrea Hûnko peyivî û got, "Ev projeya Ocalan bû û bi israr parast."
-
-
HDP bi rengên gelên Tirkiyeyê re li Meclîsê ye
Gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Kurd, Tirk, Ereb, Ermenî, Azerî, Suryanî-Asûrî, bawermendên Misilman, Xiristiyan, Elewî, Êzidî gelek kes cihê xwe di Meclîsê de digirin. Ev yek di dîroka Tirkiyeyê de rewşeke nû ye.
-
-
-
-
Li Wanê HDP 7, AKP 1
Li Wanê ji sedî 98 sindoq hatin vekirin. Di sindoqên hatin vekirin de HDP’ê ji sedî 75 deng stend û 7 parlamenter şand Meclîsê. AKP’ê ji sedî 18 tenê parlamenterek derxist.
-
-
-
-
Kurkçu: Demeke nû destpê dike
Parlamenterê HDP’ê Ertugrul Kurkçu di daxuyaniya piştî encamên hilbijartinê de got: “Wezîfeya me wergirt, bi muxalefeteke aktîf, bi dînanîzma mezin a Gezî em ê neqlî Meclîsê bikin.”
-
Gelê Kobanê ji bo Bakur herikî kolanan
Piştî ku encamên ne fermî yên hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin aşkerakirin, gelê Kobanê herikî kolanan û serketina HDP'ê pîroz kir.
-
-
-
-
-
-
Wekîlên jiyana nû: Aştiyê qezenç kir
Namzetên HDP’ê yên Stenbolê yên li Maseya Krîzê ya Herêma 3. hilbijartinan dişopînin gotin: "Serketina gelên Tirkiyeyê ye” û “Aştiyê qezenç kir.”
-
Pîrozbahiyên fermî sibe tê lidarxistin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku pîrozbahî bi dawî bûne û piştî civîna wan a sibe ew ê cih û dema pîrozbahiya fermî aşkera bikin.