ROJANE
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ragihand ku ew bi heyeta AKP’ê û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re avakirina çarçoveya qanûnî nîqaşkirine û ew armac dikin ku di demek nêz de bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.
Franco Danieli anî ziman ku serketina pêvajoyê bi azadiya Rêber Apo dibe û got, "Mafê zimanê dayikê, azadiya ocalan, mafê hêviyê û rûbirûbûna bi rabirdûyê divê hîmên esasî yên pêvajoyê bin."
Hişyar Ozsoy diyar kir ku pirsgirêka Kurd tenê bi nêzîkatiya çek danînê çareser nabe û got, “Ev ne meseleyeke hêsan a çek danînê ye; parametreyên çarçoveya siyasî ya siberojê wê di vê qanûna kok de bê diyarkirin.”
Ahmet Farûk Unsal anî ziman ku têkidlarî qanûna çarçoveyê agahî ji raya giştî re nehatiye dayin û got, "Eger qanûneke poşmaniyê bê ferzkirin ev yek wê neyê qebûlkirin. Ji ber ku mirov belasebep nemirin, belasebep êş nekişandin."
Siyasetmedarê ji Baskê Igor Zulaika Zurimendi işaret bi girîngiya diyalog û muzakereyan a di pêvajoyên aştiyê de kir û got, "Çareseriya pirsgirêkên siyasî bi rêbazên siyasî dibe."
Hemû Nûçe
-
AvEG-Kon: Aksakal şoreşgerekî mînak bû
AvEG-Kon, têkildarî şervanê MLKP’ê Aksakal ê di Operasyona Azadkirina Girê Spî de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da û got: “Hevalê Aksakal hema hema li her derê Rojava, li her mewziyê û eniyê xwe gihand rûmeta şervaniyê.”
-
KNB ji bo Nûrî Tadares peyama sersaxiyê weşand
KNB’ê ji bo endamê Desteya Rêveber a KNB’ê Nûrî Tadaras ê jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da. KNB ji bo Tadaras got: “Di nav têkoşînê de bi fedakarî û çalakbûna xwe dihat naskirin.”
-
-
-
Ji nû ve darizandina Tuncel destpê kir
Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel bi îdîaya "Endama rêxistinê ye" lê 8 sal û 9 meh ceza hatibû birîn. Piştî Dadgeha Destûra Bingehîn biryara "Ji bo ku ji nû ve were darizandin" , destpê kir.
-
-
-
-
-
Di rûniştina doza Ermenekê de kesek hat girtin
Yekemîn rûniştina doza karesata Kana Ermenekê ya 18 kesan têde jiyana xwe ji dest dabû, bi dawî bû. Heyeta dadgehê der barê bersûc Yavuz Ozsoy ku serbest dihat darizandin de biryara girtinê da.
-
-
Heyeta TUSÎAD'ê hat serdana HDP´ê
Heyeta TUSÎAD'ê piştî CHP, MHP û AKP ziyaret kir, bi HDP'ê re jî hevdîtin pêk anî. Seroka TUSÎAD'ê Cansen Başaran Symes, diyar kir ku ji bo hikûmetek mayînde dixebitin û xwest bi lezgîn hikûmet bê avakirin.
-
-
Suleyman Demîrel di 91 salî de mir
Serokkomarê berê yê Tirkiyeyê Suleyman Demîrel, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, ji ber enfeksiyona li qirikê û nexweşiya dil, mir.
-
Li Wan û Kayseriyê cînayeta kar
Di xebata sondajê ya li Mehmûdî, ji ber têlên elektrîkê qut bûn karkerê bi navê Mahmût Akgunduz jiyana xwe ji dest da. Her wiha li Kayseriyê jî zarokê 16 salî yê bi navê Abdullah Şeker li avahiya lê kar dikir ji qata 8’an ket, jiyana xwe ji dest da.
-
-
Doza Somayê taloqî 18’ê Tebaxê hat kirin
Di rûniştina doza komkujiya Somayê ku 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest da, biryara taloqkirinê hat dayîn. Doz taloqî 18’ê Tebaxê û 5 parêzerên bersûcan îstîfa kirin.
-
Li Enqereyê HDP’yî rastî êrîşê hatin
Li Enqereyê Merve Temkîn (26) û Mahmût Çelîk (38) ên ji bo HDP’ê anketorî dikirin sed metre dûrî Navenda Giştî ya HDP’ê ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve rastî êrîşa bi kêran hatin.
-
-
-
-
-
-
-
Li Lorient panela Kurdistanê
Li bajarê rojavayê Fransa, Lorient panela bi mijara Kurdistan hat lidarxistin. Di panela ji aliyê însiyatîfa Liberter Alternatîf hat lidarxistin endamên însiyatîfê, Kurdistanî û rêveberên Komeleya Elewiyan a Morbihan amade bûn.