7 HUDA PAR'î hatin girtin

Li Amedê, piştî êrîşên kontra ji 8 endamên HUDA PAR'ê yên hatin binçavkirin, 7 jê hatin girtin.

Ji 8 endamên Partiya Hur Dava (HUDA PAR) ên piştî êrîşên kontra yên li Amedê hatin binçavkirin, 7 jê hatin girtin.

Endamên HUDA PAR'ê yên navên wan nehat zanîn, bi sûcdariya "endametiya rêxistina terorê ya çekdar", "Kirîn û hilgirtina hejmareke tirsnak a çek û fîşekan", "Kirîn û hilgirtina çekên bê destûr" û "Bi zanebûn kuştina mirovan" hatin girtin.

Yek ji endamên HUDA PAR'ê jî piştî lêpirsîna li dozgeriyê, serbest hat berdan.