ROJANE
Hemû Nûçe
-
‘Paşverûtiya AKP-RTE jixwe ji Gezî ve dawiya xwe dîtibû’
Eniya Şoreşger têkildarî serketina HDP’ê ya di hilbijartina 7’ê Hezîranê de daxuyaniyek weşand. Eniya Şoreşger di serî de gelê Kurd ê azadîxwaz, tevayî gelên Tirkiyeyê yên afirînerên pêngava demokratîk, welatparêz û demokratên şoreşger pîroz kir. -
Mogherînî, HDP pîroz kir
Nûnera Bilind a Polîtîkaya Ewlekariyê û Karên Derve ya YE Federîca Mogherînî, bi rêya telefonê li Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş geriya, serketina di 7’ê Hezîranê de pîroz kir û keyfxweşiya xwe anî ziman. -
HDK: Divê tecrîd bi dawî bibe, hevdîtin destpê bikin
Desteya Rêveberiya HDK'ê ji bo nirxandina encama hilbijartinê civîn pêk anî. HDK'ê, piştî civînê encamname bi cemaweriyê re parve kir. -
Partiya Rûsyaya Dadmend serketina HDP'ê pîroz kir - HAT NÛKIRIN
Serokê Rossiya Spravedlivaya Rossiya (Partiya Siyasî Rûsya Dadmend) Sergey Mîranov bi daxuyaniyeke nivîskî serketina HDP’ê li Hevserokên HDP’ê pîroz kir. -
Doza Ûgûr Kûrt ji bo 1'ê Cotmehê hat taloqkirin
Di rûniştina duyemîn a darizandina polîs S.K. ê Ûgûr Kûrt qetil kir de, daxwaza ji bo girtina polîsê bersûc hat redkirin. Rûniştina dozê ji bo 1'ê Cotmehê hat taloqkirin. -
'Di bûyera li Çewlikê de kujerên rastî tên parastin'
Di doza hewldana kuştina Midurê Emniyetê ye Bajarê Çewlikê Atalay Urker de kujerên rastî tên parastin. Ceza, li kesên di wesayîta yek jê zarok 4 kes ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin de bi saxî filitîn, hat birîn. -
Kujerê Ûgûr Kûrt polîs S.K. tê darizandin
Rûniştina duyemîn a doza darizandina polîsê ku li Okmeydani Ûgûr Kûrt qetil kir, destpê kir. -
Darizandina polîsê ku Abdullah Comert qetil kir, destpê kir
Rûniştina doza li ser kuştina Abdullah Comert ê di dema protestoyên Parka Gezî de, li 2. Dadgeha Cezaya Giran a Balikesîrê dest pê kir. -
Encamnameya Meclîsa Partiyê ya HDP’ê hat aşkerakirin
Meclîsa Partiyê ya HDP’ê ya ji bo nirxandina encamên hilbijartinê kom bû encamnameya civîna xwe aşkera kir. -
Di doza operasyona vegera jiyanê de daxwaza beraatê
Dozger, di doza operasyona “vegera jiyanê” de der heqê 297 kesan de bi sedema wextê demboriyê derbas bûye xwest doz bikeve. -
Çapemeniya Swêd: Serketiyê rastî yê hilbijartinan HDP ye
Çapemeniya Swêd, diyar kir ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de serketiyê yekane û rastî HDP ye. -
Parlamenterên HDP’ê yekemîn civîna xwe li dar dixin
HDP koma xwe ya herî qerebalix ve encamên hilbijartinê dinirxîne. Ji bo Rêveberiya koma HDP’ê û yek ji destketiyên girîng ji bo Serokwekîltiya Meclîsê wê pêşniyaran bigire. -
Rêveberê CRA’ê Kilinç hat binçavkirin
Endamê Desteya Rêveber a Cemiyeta Rojnamevanên Azad (CRA) Ozan Kilinç hat binçavkirin. -
Li Stockholmê DAIŞ hat protestokirin
Tevgera Demokrasiyê ya Iraqê ku ji aliyê partî û komên Ereb ve hat avakirin, li paytexta Swêd Stockholmê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gelên Ereb, Kurd, Asûrî û Suryanî yên li Iraq û Sûriyeyê şermezar kir. -
Desteya Rêveber a AKP’ê ji bo avakirina hikûmetê raye da Davûtoglû
Desteya Rêverber a AKP’ê ji bo ji nû ve avakirina hikûmetê raye da Ahmet Davûtoglû. -
Deriyê Komeleya Elewiyan a li Îzmîrê hat nîşankirin!
Kesên nasname nediyar, nîşaneya 'X' li deriyê aliyê derve yê Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Îzmîrê dan. Rêveberên Komeleyê, dema çûn komeleyê bi nîşaneyê hesiyan. Rêveberan diyar kirin hewl tê dayîn gel li hemberî hev rabin. -
Ji PE biryara piştgirîdayîna muzakereyên bi PKK'ê re
Parlamenta Ewropayê (PE) rapora sala 2014'an a pêşketina Tirkiyeyê, li hemberî 94 dengên dijber bi 432 dengan qebûl kir. -
‘Gel wê plana kaosê ya AKP’ê xera bike’
Hevserokê DBP’ê Yuksek, endamê Heyeta Îmraliyê Balûken û Alîkara Serokê Giştî yê ESP’ê Ok: Plana kaosê ya xwestin beriya hilbijartinê bikin dewrê, niha dîsa dikin dewrê. Gel wê bi hêza xwe ya rêxistinkirî vê plana AKP’ê jî xera bike. -
MUB: HDP'ê serketineke dîrokî b dest xist, em pîroz dikin
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn serketina HDP'ê pîroz kir û got, "Gelên Tirkiyeyê bi encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê re nefes stendine û bûne temînata jiyaneke demokratîk." -
Demîrtaş: Ji bo şerê navxweyî derxîne hin kes ketine nava tevgerê-HAT NÛKIRIN
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş der barê êrîşên li Amedê de daxuyaniyek da û got, "Eger ji we nayê, eger hûn nikarin bi rêve bibin dest jê berdin. Dest ji hikûmetê berdin, wê kadroyên karibin vî welatî bi rêve bibin, derkevin holê." -
Têkildarî êrîşa bombeyî ya li Amedê kesek hat girtin
O.G. ê ji ber êrîşa bombeyî li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê hatibû binçavkirin, hat girtin. -
Kontrayan kesekî din jî bi giranî birîndar kirin
Li Amedê, kontrayan li pêş çavên polîsan gule berdan paş stuyê welatiyê bi navê Fetîh Cînakilli. Cînakilli bi giranî birîndar bû. -
'Serketina HDP'ê bersiva gel a li zilma 90 salî ye'
Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Huda Kaya, Levent Tuzel û Tûrgût Oker, serketina HDP'ê ya di hilbijartinên giştî de nirxandin û destnîşan kirin ku ev serketin serketina gelan e. -
Ji delegasyona Iraqê ya PE panela Şengalê
Heyeta Êzidiyên Şengalê ya delegasyona fermî ya PE ya ji têkiliyên bi Iraqê re berpirsyar, îro li Stasboûrgê panelekê lidar dixe. -
Kesê polîsan got, tînerkêş e bi tekbîran dêr şewitand
Van rojan ku provokasyon bi dawî nabin, hewldana provokasyoneke din jî li Kadikoyê rû da. Kesekî 20-25 salî bi tekbîran deriyê Dêra Ortodoks a Ayîa Trîada ya li Cadeya Bahriye şewitand.