Ji delegasyona Iraqê ya PE panela Şengalê
Heyeta Êzidiyên Şengalê ya delegasyona fermî ya PE ya ji têkiliyên bi Iraqê re berpirsyar, îro li Stasboûrgê panelekê lidar dixe.
Heyeta Êzidiyên Şengalê ya delegasyona fermî ya PE ya ji têkiliyên bi Iraqê re berpirsyar, îro li Stasboûrgê panelekê lidar dixe.
Heyeta Êzidiyên Şengalê ya delegasyona fermî ya PE ya ji têkiliyên bi Iraqê re berpirsyar, îro li Stasboûrgê panelekê lidar dixe. Di daxuyaniya PE de hat ragihandin ku nûnerên civakên Iraqê, Asûrî û Suryanî jî hatine vexwendin û hat destnîşankirin ku wê tevî mijara têkoşîna li dijî DAIŞ'ê mijara rêveberiya xweser a demî ya herêma Şengalê bê nirxandin. Civîn wê saet di navbera 15:00 - 17:00 de bê lidarxistin û nûnerên partiyên siyasî yên di bin sîwana Parlamenta Ewropayê (PE) de cih digirin û endamên delegasyona ji têkiliyên bi Iraqê re berpirsyar beşdar bibin.
HEVDÎTINA HEYETA ÊZIDIYAN A ŞENGALÊ
Heyeta Kurdên Êzidî ya duh hat Stasboûrgê, beriya panela li Parlamenta Ewropayê dest bi hevdîtinên dîplomatîk kir. Di nava heyetê de Serokê Rêveberiya Demkî ya Şengalê Saîd Hesen, endamên rêveberiya xweser û nûnerên hêza parastina Êzidiyan YBŞ'ê Nûrî Mîrza û Xalit Salih Faris cih digirin. Li gel heyetê nûnerê HDP'ê yê li Konseya Ewropayê Faîk Yagizay û ji nûnerên saziyên Êzidî yên li Ewropayê Fîkret Îgrek tev digerin.
Heyetê bi Alîkarê Serokê Koma Sosyalîst Demokrat, endamê komîsyona jêrîn a mafên mirovan û karên hundir, azadiya sivîl û hiqûqê û endamê delegasyona ji têkiliyên bi Iraqê re berpirsyar Josef Weiderholzer, seroka delegasyona welatên Ereb Marîna Marîtas re hevdîtin kir.
Di hevdîtinan de bendewariyên lezgîn ên Êzidiyên li Şengalê û gelên li herêmê hatin bilêvkirin. Hevdîtinên heyetê tê payîn ku îro jî dwam bikin. Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Parlamenta Ewropayê ji bo panela îro ji Nûnerên Hêzên Nînova yên Asûriyên li Iraqê Sharbîl Hanna Matty, Serokê yekîtiya Welatparêz a Bethnahrîn Yoûsif Yakoûp Mattî, ji nûnerên civaka Tirkmen Hasan Tawfîq Aydinli, Niyazî Mîmar Oglû weke qiseker hatine vexwendin.