ROJANE
Hemû Nûçe
-
HDP li rojava 20 wekîlan dibe Meclîsê
Li gor sindoqên hatin vekirin, HDP li bajarên rojava 20 wekîlan dibe Meclîsê. -
Li gorî encamên destpêkê HDP di rêjeya ji sedî 11.1 de ye
Jimartina dengên ji bo hilbijartinên parlamenteriyê hatine bikaranîn, dewam dike. -
Li Çankiri 2 namzetên HDP'ê hatin binçavkirin
Namzetên HDP'ê yên Çankiri Selvînaz Goçmez û Huseyîn Karakaş ên ji ber êrîşa li hemberî çavdêrên HDP'ê çûn cihê bûyerê, hatin binçavkirin. Bi namzetan re 4 HDP'yî hatin binçavkirin. -
Li Amara û Fîsê HDP’ê hema hema hemû deng wergirt
Li gundê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Amara di du sindoqan de 301 deng hatin bikaranîn. HDP’ê 266 deng wergirt. Li gundê Fîsê yê girêdayî Licê ya Amedê jî HDP’ê ji 215 dengan 213 deng wergirt. -
Hevserokên Giştî yên HDP'ê bi hev re encaman dişopînin
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, encamên hilbijartinê bi hev re dişopînin. -
Li Kurdistanê nobeda li ber trafo destpê kir
Bi destpêkirina jimartina dengan re, welatî ji bo ewlekariya dengan ketin nava tevgerê. -
Encamên destpêkê yên hilbijartinê
Ji Kurdistan û Tirkiyeyê encamên destpêkê yên hilbijartinê hatin. Tê dîtin ku li Kurdistanê HDP'ê dengê xwe zêde kiriye. Li gorî encamên sindoqên heta niha li Amedê hatine vekirin HDP ji sedî 81, AKP ji sedî 12 ê dengan stendiye. -
Roboskî komkujî ji bîr nekir, hesab ji AKP’ê pirsî
Niştecihên Roboskî, komkujiya 34 mirov têde winda kirin ji bîr nekirin. Di sindoqan de hema hema ti deng ji AKP’ê re derneket. -
Li Dortmundê kongreya NCDK hat lidarxistin
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Dortmund (NCDK) 8. Kongreya xwe ya awerte bi tevayî pêkhateyên xwe re li dar xist. -
Dengên HDP'ê yên li Stenbolê tên dizîn
Li dibistaneke Beşîktaş a Stenbol, dengên HDP'ê ji Partiya Maf û Azadiyan re hat nivîsandin. Çavdêrên HDP'yî dest li rewşê werdan û alozî derket. -
Li gorî CHA: HDP 11.3
Li gorî encamên ne fermî yên Ajansa Nûçeyan a Cîhanê (CHA) ji sedî 25 ê sindoqan hatine jimartin. -
Li Bedlîsê li ber dibistanê mînîbusên polîsan ên bê plaqe!
Li ber dibistana seretayî ya li Bedlîsê du wesayîtên bê plaqe balê dikişînin. -
Li Dibistana Seretayî ya Serêkaniyê çavdêr ji dibistanê tên derxistin
Li Dibistana Seretayî ya navçeya Riha Serêkaniyê destûr ji şopandina jimartina dengan nayê dayîn. Çavdêrên li ber sindoqan jî ji dibistanê tên derxistin. -
Namzeta HDP’ê ya Çankiri hat binçavkirin
Namzeta HDP’ê ya Çankiri Selvînaz Goçmen a li ser êrîşa li hember muşahidên HDP’ê hat cihê bûyerê hat binçavkirin. -
Li Şemrexê elektrîk hat qutkirin
Li navçeya Mêrdîn Şemrexê elektrîk hat qutkirin. -
Derket holê ku wesayîta bê plaqe ya Fatma Şahîn a AKP'yî ye
Derket holê ku wesayîta bê plaqe ya li ber Dibistana Seretayî ya Ataturk a li Şahînbey a Dîlokê, ya wekîla AKP'ê Fatma Şahîn e. -
Li Pasûrê pisûlayên dengan ên ji HDP'ê re hat dayîn hatin qetandin
Li navçeya Amed Pasûrê, li Lîseya Kûlpê pisûlayên dengan ên ji HDP'ê re hatibûn dayîn, bi awayekî qetiyayî hatin dîtin. -
Gelek polîs li 1 Mayis hatin bicihkirin
Piştî girtina sindoqan, li ketina Ataşehîr' Mustafa Kemal (Taxa 1 Mayis) gelek polîs hatin bicihkirin. -
Der barê êrîşa Erziromê de kesek hat girtin, 5 kes hatin berdan
Di êrîşa li hember mîtînga HDP’ê ya Erziromê de Tûncay T. yê xwest Aydin Taikesen qetil bike hat girtin, 5 kes jî hatin berdan. -
Di dema jimartina dengên ji derveyî welat de pevçûn derket
Di dema jimartina dengên ji derveyî welat de, bi îdîaya ku deng li çopê hatine dîtin tevlîhevî û pevçûn derket. -
Ajansa Nûçeyan a Cîhan (CHA) tê astengkirin
Yek ji du ajansên nûçeyan ên encamên hilbijartinê aşkera dike Ajansa Nûçeyan a Cîhan (Cihan Haber Ajansi-CHA) malpera wê venabe. -
AKP’ê ev jî kir: Miriyan deng bikar anîn!
AKP’ya ji bo li desthilatdariyê bimînê her cure rêbazên ne rewa bikar tîne herî dawî bi miriyan deng da bikaranîn. -
Li Îzmîrê ji HDP'ê der barê hîleyên hilbijartinê de daxuyanî
Namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê yên Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu û Muslum Dogan, der barê hîleyên hilbijartinê de daxuyaniyek dan. -
DBP: Bila gelê me biherike dibistanan, xwedî li sindoqan derkeve
Bi vebûna sindoqan re buroya çapemeniyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Bila gelê me biherike dibistanan, xwedî li sindoqan derkeve." -
Jimartina dengan destpê kir
Dengdayîna li Kurdistan û Tirkiyeyê ji saet 17:00 û pê ve bi dawî bû. Jimartina dengan destpê kir.