Li Kurdistanê nobeda li ber trafo destpê kir

Bi destpêkirina jimartina dengan re, welatî ji bo ewlekariya dengan ketin nava tevgerê.

Piştî ku sindoq hatin vekirin û jimartina dengan destpê kirin, welatî jî ji bo dengê xwe biparêzin, ketin nava tevgerê. 

Li navçeya Amed Bismilê li hemberî qutkirina gengaz a elektrîkê welatiyan li ber trafo dest bi girtina nobedê kirin.

Li Sêrtê jî bi destpêkirina jimartina dengan re welatî herikîn ser sindoqên deng lê bikar anîn û li hewşa dibistanan dîwarê ewlekariyê çêkirin.

Li Edene û Mersînê jî hilbijêr ber bi navendên jimartina dengan ve diçin.