ROJANE
Hemû Nûçe
-
Hîleyên AKP'yiyan dewam dikin
Li Lîseya Mîllî Egemenlîk a Sêrtê, di sindoqa bi hejmar a 1111 de pisûlayên mora li binê amblema AKP'ê bû, hat dîtin. Rapor hat nivîsandin, gilî hat kirin. -
Li Pendîkê lîstika xetere!
Li Aydos a Pendîka Stenbolê, 2 kesên xwe weke parêzerên HDP'ê didin naskirin li cihên dengdayînê digerin û ji bo betalkirina dengdan dikevin nava hewldanan. -
Li Êlihê AKP bi awayekî vekirî deng dide bikaranîn
Li gundê Sêgirka yê Êlihê, AKP'yî zextê li gel dikin ku bi awayekî vekirî dengê xwe bikar bîne. Rêveberên HDP'ê wê ji ber vê zextê gilî bikin. -
Li Motkî AKP-cerdevan û jendermeyan êrîş HDP'yiyan kirin
Li Motkî, cerdevan, AKP'yî û jendermeyan êrîşî HDP'yiyan kirin. Êrîş ji aliyê Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr ê AKP'yî Mehmet Reşît Acûn û Sercerdevan Kenan Kaya ve hat kirin. -
Klasîkeke AKP’ê: Ji heman malê 110 kes
Li Lîseya 50. Yil a Anadolu ya Yeşîlkoy a Stenbolê di sindoqa hejmar 1369 de ji heman malbatê 110 kes derket. -
AKP’yiyên du deng bikar anî hat girtin
Li Dibistana Emîne Nabî Menemencîoglu hin AKP’yiyên du deng bikar anîne hatin girtin. -
Parêzeran dest li nelirêtiyê werdan
Li Dibistana Seretayî ya Tem a Avahiyên Ewropayê ya Gazîosmanpaşayê, serokê sindoqê ji hilbijêran dixwaze hem morê li binê logoyên partiyê hem jî namzetên serbixwe bixin. Parêzerên HDP'ê dest li vê rewşê werdan. -
Li Îdirê 350 deng hatin betalkirin
Li Îdirê sindoqa 350 deng têde hatin bikaranîn bi sedema di pisûleyan de mor nîne hat betalkirin. -
Li Koprukoy a Erzîromê çavdêr rastî êrîşê hat
Li taxa Şehîtler a navçeya Koprukoy a Erzîromê, çavdêr Selamî Karadaş li êrîşa birazê Şaredarê AKP'yî û serokê sindoqê rast hat. -
Li Dibistana Seretayî ya Osman Gazî ya Sarigazî dengdayîn hat sekinandin
Li Dibistana Seretayî ya Osman Gazî ya Sarigazî, ji ber nelirêtiya di sindoqa bi hejmara 1001 de dengdayîn hat sekinandin. -
AKP'yî li ser kar in!
Li gelek deverên Tirkiyeyê hîle dewam dikin. -
AKP’yiyê du caran deng bikar anî hat binçavkirin
Li Denîzlî kesekî AKP’yî dema du caran deng bikar anî hat girtin. -
Li du dibistanên Îzmîrê 8 sindoq daketin 7’an!
Li Îzmîrê tevî di belgeyan de 8 sindoq jî xuya dikin 7 sindoq hene. Parêzerên OHD’yî banga “Em sindoqan bihejmêrin” li muşahidan kirin. -
Li Çewlikê AKP'yiyan di berdêla pere de deng xwestin
Li taxa Kultur a Çewlikê, AKP'yiyan di berdêla pere de deng xwestin. Ciwanan ev AKP'yî zevt kirin û bang li polîsan kirin. 3 jinên di berdêla pere de deng ji AKP'ê re dixwestin, hatin binçavkirin. -
Ji ÎHD'ê lîsteya binpêkirinan
Navenda Giştî ya ÎHD'ê, lîsteya binpêkirinên dema dengdayînê yên li gelemperiya Tirkiyeyê weşand. -
Muşahidên AKP'yî berê Sûriyeyiyan didin Fatîhê
Muşahidên AKP’yî berê Sûriyeyiyên nehat hiştin deng bikar bînin dan Fatîhê. -
Kalê 130 salî dengê xwe bikar anî
Mehmet Esen ê 130 salî yê li Dihê dengê xwe bikar anî got: “Dengê min ji bo aştî û biratiyê.” -
DAIŞ'ê li Amedê belavok belav kir
Piştî Stenbolê li Amedê jî Kovara Tevhîd a bi nêzbûna xwe ya li DAIŞ'ê tê naskirin, belavok xist pêşiya camê wesayîtan. -
Sûriyeyiyan bi nasnameya sexte deng bikar anîn
Li Dibistana Cengîzhan a navçeya Stenbol Kagithaneyê, 3 Sûriyeyiyan dema hewl didan bi bi nasnameya sexte deng bikar bînin, hatin zevtkirin. Ev rewş di raporê de hat nivîsandin. -
Li Mêrdînê çavdêrên AKP'yî êrîşî HDP'yiyan kirin
Li Mêrdînê çavdêrên AKP'yî bi polîsan re êrîşî çavdêrên HDP'yî kirin û xwestin wan ji sinifa sindoq lê ye, derxînin. -
Kesê hewl da 3 caran deng bikar bîne ji aliyê polîsan ve hat girtin
Li Dibistana Seretayî ya Sokullu Mehmet Paşa ya Dîkmen a Enqereyê polîsan kesê xwest cara 3’yemîn deng bikar bîne girtin. -
Cerdevanên AKP'yî êrîşî HDP'yiyan kirin
Li Rihayê êrîşên bi gefa çekê, kêr û keviran ên li hemberî çavdêr û hilbijêrên HDP'ê, dewam dikin. -
AKP’yiyan deng dizîn MHP’yiyan mudaxele kir
Li Dîlokê Lîseya Pîşeyî û Teknîk a Anadolu ya Haci Sanî Konukoglu komek MHP’yî bi sedema AKP’yiyan deng dizîn mudaxele kirin. -
Li gundê Bedlîsê yê qereqol lê nîne 34 berbazan deng bikar anîn
Li gundê Xumaç ê Bedlîsê, tevî ku qereqol lê nîne, 34 berbazan deng lê bikaranîn. -
Polîs, leşker, AKP dest li çavdêrên HDP'yî werdidin
Bi destpêkirina dengdayînê re, telefonên li Koordînasyona Şopandina Sindoqan, Koma Medya Civakî û Maseya Krîzê yên li Navenda Giştî ya HDP'ê, qet nasekinin.