Cerdevanên AKP'yî êrîşî HDP'yiyan kirin
Li Rihayê êrîşên bi gefa çekê, kêr û keviran ên li hemberî çavdêr û hilbijêrên HDP'ê, dewam dikin.
Li Rihayê êrîşên bi gefa çekê, kêr û keviran ên li hemberî çavdêr û hilbijêrên HDP'ê, dewam dikin.
Li Rihayê êrîşên bi gefa çekê, kêr û keviran ên li hemberî çavdêr û hilbijêrên HDP'ê, dewam dikin.
Li gundê Minut ê navçeya Riha Sêweregê, çavdêrên HDP'yî yên li hemberî dengdayîna vekirî derketin, li êrîşa bi kêr û keviran a cerdevanan rast hatin. Cerdevanan di destpêkê de gule berdan heyeê û dûre bi endamên HDP'ê Dagistan Dengtav Oktan û Sînan Oktan bi kêrê, Ferhat, Mehmet, Sûat, Huznî û Huseyîn Oktan jî bi keviran birîndar kirin. HDP'yiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê. Hat ragihandin ku ji ber kêr li kezeba Sînan Oktan ketiye, rewşa wî giran e. Parlametnerê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan li nexweşxaneyê birîndar ziyaret kir.
Rewşa aloz a ji ber êrîş û gefên cerdevanan dewam dike.