Polîs, leşker, AKP dest li çavdêrên HDP'yî werdidin

Bi destpêkirina dengdayînê re, telefonên li Koordînasyona Şopandina Sindoqan, Koma Medya Civakî û Maseya Krîzê yên li Navenda Giştî ya HDP'ê, qet nasekinin.

Bi destpêkirina dengdayînê re, telefonên li Koordînasyona Şopandina Sindoqan, Koma Medya Civakî û Maseya Krîzê yên li Navenda Giştî ya HDP'ê, qet nasekinin.

Bi taybetî gilî tê kirin ku li Krudistanê polîs, leşker, polîsên tîmên taybet dest li çavdêrên HDP'ê werdidin, bi komî deng tên bikaranîn, li gelek dibistanan destûr ji çavdêrên HDP'ê re nayê dayîn ku li cem sindoqan bisekinin.

HDP'yiyên ku bi ekîbeke ji 40 kesî re ji sibehê ve li Navenda Giştî ya HDP'ê bi tempoyeke bilind dixebitin, îxbarên tên kirin yek bi yek dişopînin û di cih de dest li rewşê werdidin.

Ji 22 jezar 102 berpirsyarên dibistanê û 87 hezar 202 çavdêrên dengê 40 mîlyonî dişopînin, agahî ji Navenda Giştî ya HDP'ê re tê ragihandin.

Maseya Krîzê ya ji 5 parêzeran pêk tê jî, li ser îxbaran yekser agahiyan didin berprisyaran û Desteya Hilbijartinê ya Bilind.

Koma Medya Civakî jî di vî warî de xebateke berfireh dimeşîne.

Li aliyê din, li hemberî qutbûna elektrîkê li Navenda Giştî ya HDP'ê jenerator hatine amadekirin.