ROJANE
Hemû Nûçe
-
Wesayîtên bê plaqe li her derê ne
Wesayîtên bê plaqe li gelek navçeyên Stenbolê hatin dîtin. -
Di wesayîta bê plaqe de deng hat dîtin
Derket holê ku du wesayîtên bê plaqe yên li hewşa Dibistana Seretayî ya Huseyîn Ersû ya li taxa Malkoçoglû ya navçeya Stenbol Sûltangaziyê, wesayîtên polîsan e. -
Nehêlin wesayîtên bê plaqe dengan bibin!
Nehêlin ku kîsên dengan bi wesayîtên bê plaqe bên barkirin û birin! -
Li Qoserê li ber dibistanên deng lê tê bikaranîn wesayîtên bê plaqe
Li navçeya Mêrdîn Qoserê, li ber hin dibistanên deng lê tê bikaranîn wesayîtên bê plaqe sekinîne. Ev wesayîtê balê dikişînin. Gel bi biryar e ku heta encamê hilbijartinê diyar bibe li ser sindoqan be. -
Balûken: Pêwîst e em hişyar bin
Îdrîs Balûken ê HDP'yî hişyar kir ku mimkun e beriya dengan bînin edliyeyê biguherînin û banga amade bin, li muşahîd û gel kir. -
AKP'yiyê cara duyemîn deng bikar anî li ser sûc hat zevtkirin
Hamît Ovenç ê li Dibistana Seretayî ya Mahmûdiye ya navçeya Stenbol Aksarayê wezîfedar, dema cara duyemîn deng bikar anî, hat zevtkirin. Der heqê Ovenç ê ji aliyê HDP'yiyan ve hat zevtkirin, rapor hat nivîsandin. -
Di wesayîtên bê plaqe de gelo pisûlaya dengan heye?
Tê gotin ku ji wesayîtên bê plaqe yên li Sûltangazî ya Stenbolê pisûlaya dengan derketiye. -
Li Serhedê hîleyên hilbijartinê
Li bajarê Serhedê bi sed hezaran hilbijêr li ser sindoqan e. Ji bikaranîna pisûlayên bêmor heta hewldanên dûrxisitna çavdêrên HDP'yî ji dora sindoqê, gelek binpêkirin rû didin. -
Namzetên Rihayê: Îdîaya dengên komî sexte ye
Wêne û nûçeyên çapemeniya alîgirê hikûmetê yên bi serenavê "Li Rihayê skandala dengê komî yê HDP'ê" hatin serwîskirin sexte ne. Namzetê HDP'ê Ayhan got, "Îdîaya dengê komî derew e." -
Elektrîka Wêranşar hat qutkirin
Hat ragihandin ku li navçeya Wêranşar a Riha ji ber trafo teqiya elektrîk hatiye qutkirin. -
Li Amedê dîmenên rengîn
Ji bo hilbijartinên giştî ku dengdan didome li Amedê dîmenên rengîn hene. -
Li Denîzlî telefon û înternet qut bûn!
Hat ragihandin ku li derdora dibistanên li Denîzlî xeta telefon û înternetê qut bûye. -
Gundê Kole dest ji boykotê berda
Welatiyên gundê Kole yê Zêtkanê, ku biryara boykotkirina hilbijartinê girtibûn, piştî ku Hevşaredarê Agirî Sirri Sakik çû gund, dengê xwe bikar anîn. -
Di tevna civakî de banga “tekerên wesayîtên bê plaka biteqînin'
Li gelek deverên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li ber dibistanan ku wesayîtên bê plaka tên dîtin welatiyan dixe nav gumanan. Di tevna civakî de banga “tekerên wesayîtên bê plaka biteqînin' hat kirin -
Li Asiye Kolçak a HDP'yî gef hat xwarin
Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê Asiye Kolçak ku li binpêkirina mafan a li Dibistana Mesût Beyatizli ya li taxa Namik Kemal a Bûrsayê werda, gef xwar. -
Li gundê Olûklû yê Qersê muşahidên HDP’yî tên astengkirin
Hat ragihandin ku destûr nehat dayîn muşahidên HDP’ê li gundê Olûklû yê Qersê li ser sindoqan bisekinin. -
AKP'yiyekî 4 deng bikar anî!
Derket holê ku AKP'yiyekî li sindoqa bi hejmara 1127 a li Dibistana Seretayî ya Valî Kûtlû Aktaş a Îzmîrê, 4 deng bikar aniye. -
‘Ji bo dengekî êrîş kirin, me di sindoqan de bersiv da’
Bi sedan welatiyên ku li Amedê di êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga HDP’ê pak hat de birîndar bûn bi ambulansan ve çûn ser sindoqan. Welatiyên ku dengên xwe bi kar anîn peyama “Me di sindoqan da bersiv da” dan -
AKP’yiyên li ber sindoqê stand vekirin zextan dikin
Li navçeya Torbali ya Îzmîrê hin AKP’yiyan li navenda hilbijartinê ya Dibistana Navîn a 80.Yil a Odeya Tîcaretê li ber sindoqa hejmar 1187 stand vekirin û zextê li hilbijêran dikin. -
Wesayîtên bê plaqe rê li ber fikaran vedikin
Li Kurdistan û Tirkiyeyê, wesayîtên bê plaqe yên li derdora navendên dengdayînê tên dîtin rê li ber fikaran vedikin. -
Li Îzmîrê Serokê AKP’a navçeyê bi çekê êrîşî HDP’yiyan kir
Li Îzmîrê Serokê AKP’a navçeyê jî di nav de gelek AKP’yiyan çek li HDP’yiyan kişandin. Polîsên hatin cihê bûyerê bi gaza îsotan êrîşî HDP’yiyan kirin. -
Serokê sindoqê dizîtî kir û hat girtin
Li Esenyûrt a Stenbolê serokê sindoqê dema zerfên ji bo AKP'ê mor lê hatibûn danîn diavêt hundirê sindoqê hat zevtkirin. -
AKP li Bedlîsê li dû provokasyonan e
Hat ragihandin ku li gundê Mîşaxşîn ê navçeya Bedlîs Norşînê, ku di heman demê de gundê Serokê AKP'ê yê Norşînê Ozturk Oguç e, li şûna jinan mêr deng bikar tînin. -
Dewleta Tirk ji bo HDP'ê di binê bendê de bihêle seferber bû
Ji destpêka dengdayînê heta niha, êrîşên li hemberî HDP'yiyan û hîleyên hilbijartinê bi zêdehî dewam dikin. Ji bo HDP di binê bendê de bê hiştin hemû saziyên dewleta Tirk hatine seferberkirin. -
Gel li Şirnexê sindoqan diparêze
Li Şirnex û navçeyên wê hema hema hemû deng ku hatin bikaranîn, welatiyên qadên hilbijartinê terk nakin dibêjin, “Em ê dengên xwe biparêzin.”