Hevşaredaran dengê xwe bi daxwaza aştî û azadiyê bikar anîn
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli çûn ser sindoqan û dengê xwe bikar anîn.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli çûn ser sindoqan û dengê xwe bikar anîn.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli çûn ser sindoqan û dengê xwe bikar anîn. Hevşaredaran diyar kirin ku ew hêvîdarin hilbijartin bibe wesîleya aştî û azadiyê.
Kişanak danê sibehê li 1. Dibistana Navîn a Mezopotamyayê ya Taybet a li navçeya Peyasê li sindoqa bi hejmara 2164'an dengê xwe bikar anî. Kişanak piştî dengdayînê daxuyaniyeke kurt da û got, "Bang li her kesî dikim ku bên ser sindoqê û dengê xwe bikar bînin." Kişanak xwest ev roj bibe wesîleya aştî û demokrasiyê.
'DEMOKRASÎ BI TERCÎHA GEL BI PÊŞ VE DIÇE'
Hevşaredar Anli jî dengê xwe bi hevsera xwe Ozlem Anli û zarokên xwe Peyman û Payîz li Lîseya Gaffar Okan Anadolû ya Yenîşehîrê bikar anî. Anli di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku demokrasî bi tercîha gel bi pêş ve diçe û got, "Em bi hêvî ne ku ji sindoqê azadî, wekhevî û aştî derkeve."