Çoban û Kaya dengê xwe bikar anîn
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Hatîce Çoban û Bekîr Kaya danê sibehê, ji bo hilbijartinên giştî li gelek dibistanan geriyan û dûre dengê xwe bikar anîn.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban, li Dibistana Seretayî ya Haci Omer Sabanci ya li taxa Abdûrrahman Gazî li sindoqa bi hejmara 1023'an dengê xwe bikar anî. Çoban di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir ku di sindoqan de wê aştî û demokrasiyê qezenç bike.
Dûre Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya bi hevsera xwe Asli Kaya re li Lîseya Anatolî ya Telîa Sonera ya li taxa Cûmhûriyetê li sindoqa bi hejmara 2094'an dengê xwe bikar anî. Kaya jî di axaftina xwe ya li vir de xwest, hilbijartin bibe wesîleya hatina aştiyê.