CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Fransa Rewşa Awarte rakir
Li Fransa piştî êrîşa 13’ê Mijdara 2015’an hate kirin û şûnde Rewşa Awarte hatibû ragihandin, ji îro û şûn ve bi dawî bû. -
DYA wê di dengdana têkildarî Kuba de bêje 'na'
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ragihand, ku wê li dijî pêşnûmeya Neteweyên Yekbûyî ya li ser rakirina ambargoya li ser Kubayê derkeve. -
Li DYA êrîş: Herî kêm 8 kes mirin
Li herêma Manhattanê ya li bajarê New York e DYA, ji ber êrîşekê de 8 kes mirin. -
Li DYA'yê êrîş: Gelek kes mirine
Hat ragihandin ku di êrîşa bi çek a kamyonekê ya li herêma Manhattan a bajarê New York a DYA’yê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, kesek jî hate binçavkirin. -
Dadgeha Destûra Bingehîn serxwebûna Katalonyayê îptal kir
Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê, serxwebûna Parlamentoya Katalonyayê ya ku di 27’ê Îlonê îlan kirî, îptal kir. -
Li Lîbyayê êrîşa hewayî: 17 kes mirin
Li bajarê Derne yê li rojhilatê Lîbyayê, balafirên şer bombe barandin ku nehat zanîn bê ev balafir ê kê ne. Ji ber vê êrîşê 17 kes mirin. -
Li Pasîfîkê erdhejê rû da
Li başûrê rojhilat ê Okyanûsa Pasîfîkê, erhejek bi dijwariya 6.8 pileyî rû da. -
Lêpirsîna FBI ya li ser hilbijartina DYA kûr dibe
Lêpirsîna li ser destwerdana Rûsyayê li hilbijartina 2016'an a serokatiyê ya DYA dewam dike. Sûcdariyên di vî warî de li Paûl Manafort tên kirin, zelal dibin, ku Manafort wextekê yek ji kesên herî zêde nêzî Donald Trûmp bû. -
Gel û partiyên Katalan li ber xwe didin
Piştî referandûma 1'ê Cotmehê ya li Katalonyayê, ku ligel astengiyên Spanyayê jî zêdeyî 90 ji sedî yê beşdaran dengê xwe dan serxwebûnê, gelê Katalonyayê li dijî darbeya Spanyayê li ber xwe dide. -
Li Afganîstanê êrîş: 13 polîs mirin
Li herêma Kûndûz a li bakurê rojhilat ê Afganîstanê, ji ber êrîşa Talîbanê 13 polîs mirin. -
Rûhanî: Karê me yê hilberîna fuzeyan wê bidome
Serokkomarê Îranê Rûhanî got, Îran wê karê xwe yê ji bo hilberîna fuzeyan bidomîne û îdîa kir, ku Îranê peymanên navneteweyî binpê nekiriye. -
Li Somaliyê ji ber êrîşeke bombeyî 18 kes mirin
Li paytexta Somalî Mogadîşûyê, ji ber êrîşeke bombeyî ya li otela Naso Nablod a li taxa Hamrûveyniyê 18 kesî jiyana xwe ji dest dan, 30 kes jî birîndar bûn. -
Rîsk zêde ye ku di navbera Katalonya û Spanyayê de şer rû bide
Biryara Spanyayê ya desteserkirina saziyên Katalonyayê, ku piştî ragihandina serxwebûnê hate girtin, dikare şer sor bike. Şensê danûstandinan êdê ji dest çû. -
Parlamenotya Katalonyayê serxwebûn îlan kir
Li Katalonyayê di dengdana parlemetoyê de ji bo îlankirina serxwebûnê ya yek alî, pêvajoya destpêkirinê qebûl kir. -
Rêveberiya Katalonyayê bi biryar e ku teslîm nebe
Rêveberiya Katalonyayê ku dest ji daxwaza serxwebûnê bernade,li gel zextên hikumet û partiyên Spnyayê jî bi biryar e ku hilbijartinên herêmî nû neke. -
Medya Katalonyayê: Rêveberiya Madrîdê xwe dişibîne Erdogan
Rêveberiya medya Katalonyayê ragihandin, ku piştî referandûma serxwebûnê ya 1'ê Cotmehê hikumeta navendî ya Spanyayê dixwaze pêkanînên dişibin ên rejîma Erdogan bixe meriyetê. -
Parlamenterekî Ûkraynayî bû hedefa êrîşa bombeyî
Li paytexta Ûkrayna Kîevê êrîşeke bombeyî bi ser Parlamenterê Ûkraynayî Îgor Mosiyçûk de hate pêk anîn. Di êrîşê de kesek mir, tevî Mosiyçûk 3 kes birîndar bûn. -
Li Katalonyayê roja girîng a biryardanê
Aloziya navbera Katalonya û hikumeta navendî ya Spanyayê, ku piştî referandûma serxwebûnê ya 1'ê Cotmehê hate kirin rû da, ber bi dawiyê ve diçe. -
Li Derya Spî sala 2017’an 2 hezar û 800 koçber mirin
Diyar bû ku ji destpêka sala 2017’an ve heta niha 150 hezar koçber di ser Derya Spî re çûne Ewropayê. 2 hezar û 800 koçber jî di behrê de jiyana xwe ji dest dane. -
Îtalya ji bo avhewayê santralên komirê digire
Welatên mîna Elmanyayê, ku bi îdîaya 'pêşengiya' ji têkoşîna li hemberî guhertina avhewayê radibin, hê biryar nedane ku kengî dest ji enerjiya komirê berde. Îtalyayê di vî warî de gaveke bi biryar avêt. -
Cemeda li Arktîkayê wê ji texmînan zûtir bihele
Li gorî lêkolînekê, cemeda li Arktîkayê (Cemsera Bakur) wê ji texmînan zûtir bihele. -
Rojnamevanên Yewnan dest bi grevê kirin
Li Yewnanîstanê, rojnamevanan dest bi grevê kirin. Grev wê du rojan bidome. -
Neteweyên Yekbûyî ambargoyek din danî ser Koreya Bakur
Neteweyên Yekbûyî ji ber bernameya nukleer û ceribandina fuzeyan biryar da ku bila 32 berhem neçin Koreya Bakur. -
Tîllerson li Bexdayê bi Ebadî re rûnişt
Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tîllerson serdana Bexdayê kir û bi Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî re rûnişt. -
Li Bangladeşê 200 hezar zarok birçî ne
Hejmara Rohîngya'yiyên ji ber şerê li Myanmarê xwe li Bangladeşê girtine mîlyonek derbas kir. 200 hezar zarokên penaber jî di nava lepên birçîbûnê de ne.