CÎHAN
Piştî ku hevdîtinên aştiyê bê encam man, rêveberiya Washingtonê operasyonên leşkerî yên bi sînor ên li dijî Îranê ji nû ve xist rojeva xwe. Plana dorpêçkirina Tengava Hurmuzê jî li Ewropayê bû sedema nerazîbûneke cidî.
Li Viyana, Graz û Welsê, bi hezaran Kurd û dostên wan êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Jinan di refên pêş ên meşan de bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” meşiyan û wiha gotin, “Em ê ji bo mîsogeriya şoreşa jinan ji kolanan neterikînin.”
Wezareta Karên Derve ya Pakîstanê, diyar kir ku ew amade ne li gel rayedarên Efganîstanê diyalogê bidomînin û got ku lê divê ‘pirsgirêkên ewlehiyê yên esasî’ yên têkildarê ewlehiya sînor û fealiyeta komên çekdar bên çareserkirin.
Qirkirina ku DAİŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê dijî gelê Êzidî pêk anîbû, li bajarê Borlänge yê Swêdê bi çalakiyekê hat bibîranîn.
Konseya Sivîl a Gelê Xwecihî yê Hondurasê nameyek ji Rêber Apo re şand û got, "Di vê demê de ku hûn hewl didin aştiyê ji bo gelan ava bikin, em ê bi gelê we re bin."
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
-
El Fetîh û Hamas ji nû ve li hev rûdinên
Ji ber pirsgirêkên navbera Hamas û El Fetîhê, zêdeyî 10 sal in rêveberiyek du serî li Fîlîstînê heye. Hevdîtinên ji bo çareserkirina van pirsgirêkan îro ji nû ve dest pê dikin.
-
-
-
Gotûbêjên li ser nukleerê: Kîjan welat xwedî çiqas çek e?
Îsal Xelata Aşitiyê ya Nobelê ji bo Kampanyaya Navnetewî (ÎCAN) a ku ji bo Bi temamî Ji holê Rakirina Çekên Nukleerê hate dayîn û piştre daxuyaniya ku ji aliyê DYA’yê ve hatin dayin, gotûbêjên li ser çekên nukleerê ji nû ve dane destpêkirin.
-
-
-
Serokê AKPM’ê neçar ma ku îsifa bike
Endamê Partiya Gel (PP) ê muhafazekar ku li Îspanyayê li ser desthilatê ye Agramûnt, di maha Adarê de li gel parlementerên Rûsya bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed re civiya bûn.
-
-
Li Pakîstanê êrîşa xwekujî
Li eyaleta Balûcîstan a li başûrê rojava yê Pakîstanê, ji ber êrîşeke xwekujî ya li tirbekê hate kirin, herî kêm 18 kes mirin, 27 kes jî birîndar bûn.
-
Serxwebûna Katalonyayê, astengiyên li pêşiyê û paşeroja wê
Katalonyaya ku bi referandûmê re biryara qutbûna ji Spanyayê da, tê payin ku serxwebûnê ragihîne. Gelo wê ji niha û pê ve çi biqewime, ji aliyê aborî ve Katalonya wê karibe li ser piyan bimîne yan na û endametiya YE wê çi be? Gelek pirsên wiha hene.
-
Li Elmanyayê bahoza Peyîzê bû sedema mirinan
Di encama qezayên ji ber sedama bahoza bi bandor a li eyaletên rojhilat û bakurê Elmanyayê, herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, seferên bi sedan tren û balafiran jî hatine betalkirin.
-
-
-
-
NY: Divê Koalîsyona Ereb li 'lîsteya reş' bê bicihkirin
Di raporeke Neteweyên Yekbûyî (NY) de tê ragihandin, ku Erebîstana Siûdî û welatên ji Koalîsyona Ereb ên li dijî Hûsiyan şer dikin, komkujiya zarokan kirine û hat xwestin, ku ev koalîsyon li 'lîsteya reş' bê bicihkirin.
-
-
-
-
Serxwebûna Katalonyayê
Spanya, ku bi zora polîsan nekarî pêşî li daxwaza serxwebûnê ya Katalonyayê bigire, bi xwepêşandana mîlyonek kesî, careke din matmayî ma. Rêveberiya Katalonyayê jî got, êdî tenê diyarkirina roja ji bo ragihandina serxwebûnê maye.
-