CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Adams wê ji serokatiya Sînn Feînê îstîfa bike
Serokê Sînn Feînê Gerry Adams diyar kir ku, ji bo ew cihê xwe bide kesên ciwan ew ê îstîfa bike. -
Li Çînê erd hejiya
Li herêma Nyîngchî ya Çînê bi şîdeta 6.9'an erdhejek çêbû. -
Siûdiyan bang li sefîrê xwe yê bilind ê li Berlînê kirin
Rêveberiya Siûdî piştî rexneyên Wezîrê Karên Derve yê Elmanya bang li sefîrê xwe yê bilind ê li Berlînê kirin. -
Partiyên Katalan xwe ji bo hilbijartinê amade dikin
Ji bo hilbijartinên 21'ê Kanûnê, kar û amadekariyên partiyên Katlaan dewam dikin. -
COP23: Kêm welat wê dest ji komirê berdin
Konferansa avhewayê COP23, ku ji aliyê Giravên Fîjî ve tê organîzekirin, lê ji ber kêmasiyan li bajarê Bonn ê Elmanyayê tê lidarxistin, îro diqede. Bi dehan welatan soza girtina santralên komirê dan. -
Li Nîjeryayê di êrîşa bombeyî de 14 kes mirin
Li eyaleta Adamawa ya li bakurê rojhilat ê Nîjeryayê, ji ber êrîşeke bombeyî 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Girtina santralên komirê tiştekî ji enerjiyê kêm nake
Li Elmanyayê ku pêdiviya enerjiyê 2 ji 5 paran bi santralên komirê tê dabînkirin, berevajî gotinên partiyên rastgir, ku santralên enerjiyê werin girtin jî wê taloke li ser ewlehiya enerjiyê çênebe. -
Macron Harîrî vexwend Fransayê
Serokkomariya Fransayê ragihand, ku Serokwezîrê Lubnanê yê îstifa kir Harîrî ku ji 4'ê Mijdarê û vir ve li Erebîstana Siûdî tê girtin, ji bo Fransayê hatiye vexwendin. -
Artêşa Zîmbabve Serokdewlet Mugabe binçav kir
Televizyona dewletê ya Zîmbabve û hêzên artêşê ku cihên stratejîk ên paytext Harar girtin, diyar kirin ku ewan Serokdewlet Robert Mugabe binçav kirine. -
Li DYA’yê li dibistana seretayî êrîşeke bi çek
Hat ragihandin ku li DYA’yê di encama êrîşeke bi çek a li ser dibistaneke seretayî de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest daye. -
Yekîtiya Ewropayê FARC ji nava lîsteya 'rêxistina terorê' derxist
Yek ji rêxistinên berxwedanê yên Kolombiyayê FARC, ji lîsteya 'rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê hate derxistin. -
Karesatên avhewayî wê ji texmînan zûtir rû bidin
Li gorî raporeke ku bi wesîleya 23. konferansa avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP23) hate weşandin, guherta avhewayî ya cîhanê dibe ku ji texmînan zûtir be. -
Yekîtiya Ereb wê bi rojeva Îranê bi rengekî awarte li hev bicive
Erebîstana Siûdî bang li Yekîtiya Ereb kir ku civîna awarte li dar bixe. Li gorî nûçeya AFP'ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên dîplomatîk, Erebîstana Siûdî ji bo binpêkirin û hewldanên Îranê yên li herêmê nîqaş bike, daxwaza civînê kiriye. -
Li Kongoyê karesata kolerayê: 871 kes mirin
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, hejmara mirovên ji ber şewba kolerayê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 871 kesî. -
NY: Li Yemenê xeteriya xelayê li ser mîlyonan kesî heye
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Yemenê xeteriyeke xelayê ya bi dehan salane nehatiye dîtin rû daye û diyar kir, eger alîkarî neyê dayin wê bi mîlyonan kes bibin mexdûrê xelayê. -
Helîkoptereke artêşa Iraqê kete xwarê: 7 kes mirin
Helîkoptereke artêşa Iraqê li nêzî bajarê Wasîtê kete xwarê û tê gotin ku 7 kes mirine. -
Şefê Porsche bi Erdogan re li ser çi axivî?
Di rojên dawî de hewl tê dayin ku krîz û aloziya navbera Berlîn-Enqereyê bê nermkirin. Rêveberê şîrketa wesayitan a Elman Porsche Ûwe Huck bi Serokkomarê Tirk Erdogan re rûnişt. -
Hikûmeta Kolombiya û xwecihan li hev kirin!
Li Kolombiyayê hate ragihandin ku hikumet û xwecihan li hev kiriye û wê xwepêşandan bi dawî bibin. -
Kremlîn: Pûtîn û Trûmp li ser Sûriyê li hev kirin! -NÛ BÛ
Serokê Rûsya Putîn û Serokê DYA’yê Trûmp li civîna APEC’ê ya ku li Danang a Vîetanamê hatin cem hev. -
NY derbarê Lubnanê daxuyanî da
Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres fikara xwe ya li ser geşedanên Lubnanê diyar kir. -
Balafirên Siûd Wezareta Parastinê ya Yemenê bombe kir
Di hefteya derbasbûyî de piştî ku ji Yemenê fûzeyek ber bi paytext Riyadê ve hate avêtin, Erebîstana Siûd jî li dijî milîsên Şîî yên Hûsî yên li Yemenê bombardûman dabû destpêkirin, vê carê jî Wezareta Parastinê kire hedefa xwe. -
Serokkomarê Fransayê Macron çû Erebîstana Siûdî
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron çû Erebîstana Siûdî. -
Serokwezîrê Tirk Yildirim li DYA'yê hate şermezarkirin
Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ku serdana DYA kir, dema li Qesra Spî bû hate şermezarkirin. -
Darbeya dadgeriya Spanyayê ya li dijî Katalanan didome
Li Katalonyayê amadekarî ji hilbijartinên herêmî re tê kirin, ku bi zorê li ser partiyên alîgirê serxwebûnê hate ferzkirin. Dadgeriya Spanyayê jî hewl dide nûnerên gelê Katalan ên hatine hilbijartin mehkûm bike. -
Trûmp û Pûtîn wê li Vîetnamê li hev rûnên
Hat ragihandin, Serokê DYA Donald Trûmp wê sibe li Vîetnamê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re rûnê.