CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Nîjerya êrîşên întixarî, herî kêm 13 kes mirin
Di du êrîşên bombeyî yên li bakurê rojhilatê Nîjerayayê pêk hatin de, herî êm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Îsraîlê êrîş bire ser baregeha Îranê ya li Şamê
Diyar bû ku balafirên şer ên Îsraîlê li baregeha Îranê xistine, ku li nêzî Şamê dihate avakirin. -
Li Moskova seferên hewayî hatin îptal kirin
Li paytexta Rûsya Moskovayê ji ber rewşa xirab a hewayê zêdetirî 100 seferên hewayî hatin îptal kirin. -
Cinêv-8 a bê encam
Hevdîtinên Cinêv-8 a bi mijara Sûriye encam nagire. -
Êrîşeke çekdarî li zanîngeheke Pakîstanê hat kirin
Li Midûriyeta Çandiniyê ya li bajarê Peşawer a Pakîstanê, êrîşek hat kirin û 11 kes birîndar bûn. -
'Bila rola RWE ya di helandina qeşayê de bê lêkolîn'
Dadgeriya Elman mohra xwe danî binê gaveke nû û serlêdana cotkarekî ji Perû qebûl kir ku ev cotkar, ji helandina qeşa li Çiyayên Andê şîrketa enerjiyê ya RWE berpirsyar dibîne. -
DYA 400 leşkerên xwe vedikişînin
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ragihand ku wê di demekî nêz de 400 leşkerên xwe yên li Sûriyeyê vekişînin. -
Li Brezîlyayê milyonek zarok bi qaçaxî dixebitin
Li gorî raporeke fermî ya ku li Brezîlyayê hate weşandin nêzî milyonek zarokên ku temenê wan di navbera 5 û 17’an de ye bi qaçaxî dixebitin. Ev rewş ya sala 2016’an e. -
De Mîstûra hişyarî da aliyan: Nîqaşê li ser meşrûtiyetê nekin
Tûra 8. a hevdîtinên Cenevreyê, bi hevdîtina Nûnerê NY ê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra bi heyeta rejîmê re dewam kir. De Mîstûra her wiha bi daxuyaniyekê hişyarî da aliyan. -
Radestkirina erkên rêveberiya Gazzeyê hat taloqkirin
Hevdîtinên aştiyê yên navbera El Fetîh û Hamasê bi navbeynkariya Misrê didomin. Radestkirina saziyên li Şerîda Gazzeyê ji bo rêveberiya Fîlîstînê ya bi lîderiya Mahmûd Abbas, ji bo demekê hat taloqkirin. -
4 milyar mirov ji mafên ewlekariya civakî bêpar in
Li gorî rapora Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO), herî kêm 4 milyar mirov li gelempleriya cîhanê ji mafên ewlekariya civakî bêpar in. -
Piştî ceribandina fuzeyan pêkanînên nû ji bo Koreya Bakur tê kirin
Koreya Bakur duh ragihandibû ku ceribandinekî nû ya fuzeyên navbera parzemînan kirîbû. Ceribandina fuzeyan ji bo DYA’yê fikar çêkir û Serok Donald Trûmp ragihand ku wê li dijî rêveberiya Pyongyang pêkanînên nû pêkbînin. -
May: Divê Bexda û Hewlêr diyalogê bidomînin
Serokwezîra Îngîltere Theresa May serdana Bexda kir û banga domandina muzakere û diyalogê li Bexda û Hewlêrî kir. -
Li Başûrê Sûdan şerê mezhebî: 50 kes mirin
Hate ragihandin ku li Başûrê Sûdanê di şerê mezhebî yê di navbera koman de herî kêm dehan kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Li Misrê li dijî çeteyên radîkal operasyon: 11 mirî
Hate ragihandin ku di operasyona li derdora Sîna ya Misrê de 11 endamên çeteyan hate kuştin. Li Misrê di 24’ê Mijdarê roja Înê ya derbasbûyî de li dijî mizgeftekê êrîşekî bombeyî pêkhatibû û nêzî 300 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. -
Geşbûna aborî ya global wê bidome
Rêxistina Hevkarî û Rabûna Aborî (OECD) diyar kir ku salên pêş me wê aboriya cîhanê rabe. -
Şantaja boykota aboriyê ya li dijî Katalonyayê dewam dike
Li Katalonyayê, piştî ragihandina serxwebûnê ya bi rêya referandûmê, Spanyayê dest danî ser hemû saziyan. Li dijî Katalonyayê zexta aboriyê jî dewam dike. -
Di doza Zarrab de gelek xebatkarên Halkbankê şahid in
Di dozê de ku AKP û Erdogan hewl didin pêşî lê bigirin, hat ragihandin ku wê weke 'şahid' li Reza Zarrab bê guhdarîkirin. Her wiha îdîayên bertîlê yê navbera Erdogan û şêwirmendê Trûmp ê ji wezîfeyê hate girtin Mîchael Flynn ketin rojevê. -
Li Romanyayê çalakiyên girseyî yên li dijî hikumetê
Li Romanyayê, roja Yekşemê bi deh hezaran kes daketin qadan û hikumeta çepgir a ku bi qelskirina têkoşîna dijî gendeliyê tê sûcdarkirin, şermezar kir. -
Siûdî Erebistanê koalîsyona ‘antî-teror’ a sunnî ava kir
Siûdî Erebistanê koalîsyona ‘antî-teror’ a welatên Misilman ava kir. Koalîsyon piraniya wan sunnî ji 40 welatên misilman pêk tê. -
Ji ber şewba kolerayê li Yemenê 2 hezar 218 kes mirin
Li Yemenê, hejmara mirovên ji ber şewba kolerayê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 2 hezar û 218 kesî. -
Li Yemenê 8 milyon kes dibe ku bê av bimînin
Saziya alîkariya însanî Oxfamê hişyarî da û got, li Yemenê dibe ku çar ji pênc kesan ji ava vexwarinê bêpar bimînin. -
Gelo Fransayê di berdêla çi de ceza li siyasetmedarên Kurd birî?
Li Fransayê, di encama dozên ku sala 2009'an hatin vekirin de ceza li siyasetmedarên Kurd hate birîn. Siyasetmedaran nerazîbûn nîşanî ve dan û gotin, "Birîna cezayên li me, nîşan dide ku dadgeriya Fransayê ne serbixwe ye." -
Li Misrê hejmara miriyan zêde dibe-NÛ BÛ
Li Nîvgirava Sîna duh li dijî mizgefta El Ravda ya li bajarê Bir El Abd êrîşekî bombeyî pêk hatibû û hejmara miriyan bû 305. -
Di muzakereyên Brexîtê de alî li hev nakin
Ji bo ku lihevkirin çêbibe Yekîtiya Ewropa 10 roj wext da Brîtanyayê ku muzakereyên veqetînê dike, ji ser xalên sereke yên bi gelemşe tawîzan nadin.