CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Sûriyeyê herî kêm 340 hezar kes mirin
Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de ku ev nêzî 7 salan e didome de hate ragihandin ku heta niha herî kêm 340 hezar kes mirine. -
Li Londrayê dengê çekan: Stasyona Metro hate qepatkirin
Li Londrayê li stasyona metro ya Oxford Cîrcûs dengê çekan bilind bû û polîsan jî stasyona qepat kir. -
NÛ BÛ-Li Misrê li dijî Mizgeftê êrîş: Herî kêm 235 mirî
Hat ragihandin ku li Misrê di êrîşa bombeyî ya li dijî mizgeftê der herî kêm 235 kesan jiyana xwe ji dest da. Di êrîşê de bi dehan kes jî birîndar bûn. -
Alîkarî nagihêje Yemenê!
Li Yemenê ku krîza însanî ji ber şer roj bi roj giran dibe, gel li benda alîkariyê ye. -
Civîna YE ya ji bo kêmkirina bandora Rûsyayê îro dest pê dike
Yekîtiya Ewropa (YE) îro bi welatên Yekîtiya Sowyetan a berê (SSCB) re civîneke bilind pêk tîne. Bi vê civînê re tê xwestin ku bandora Rûsyayê ya li ser van welatan bê kêmkirin. -
Rûsya wê hejmara leşkerên xwe yên li Sûriye kêm bike
Rûsya, ragihand ku wê di pêvajoya pêşiya me de hejmara leşkerên artêşa xwe ya li Sûriye kêm bike. -
Li Misrê 29 sîxurên Tirk hatin binçavkirin!
Li Misrê, 29 kes bi gumana ku ji Tirkiyeyê re sîxuriyê dikin hatin binçavkirin. -
El Fetîh û Hamasê li hev kir!
El Fetîh a ku Şerîaya Rojava bi rê ve dibe û komên ku Hamas serkêşiya wan die a li Şerîda Gazzeyê desthilatdar e biryar dan ku 2018’an hilbijartinê bikin. -
Ji ber mayinan her roj 20 kes dimirin
Li gorî GICHD'ê rojane 20 kes ji ber mayinên antî-personel dimirin. Hê jî li zêdeyî 60 welatan gelek herêm mayinkirî ne. -
Rêjeya kuştin û şerê li Meksîkayê rekor şikand
Li gorî daneyên ji aliyê Wezareta Ewlekariya Cemaweriyê ve hatin weşandin, di 10 mehên destpêkê yên îsal de li Meksîkayê herî kêm 20 hezar û 878 kes hatin kuştin. Ev hejmar sala 2016'an 20 hezar û 547 bû. -
Ji bo 'Koalîsyona mezin' hewl tê dayin ku Schûlz bê îqnakirin
Piştî ku danûstandinên ji bo avakirina koalîsyona Jamaîka ya li Elmanyayê têk çû, Serokwezîr Merkel ji bo SPD'ê îqna bike di asta Serokkomariyê de dest bi hewldanan kir. -
Li Misrê 29 sîxûrên Tirk hatin binçavkirin!
Misrê, 29 kes bi gûmana li ser navê Tirkiyeyê sîxûriyê dikin binçavkirin. -
Li Riyadê civîna ‘Sûriyeyê’
Dema ku serokên dewletên Rûsya, Tirkiye û Îran li Soçiyê kom bûn, li Erebistana Siûdî li Riyadê civîneke balkêş hate çêkirin. -
Herîrî îstifaya xwe vegerand, lê krîz dewam dike
Serokwezîrê Lubnanê Saad Herîrî, sê hefte piştî îstifayê li welatê xwe vegeriya. Dema gihîşt welatê xwe, îstifaya xwe vegerand. -
Balafira leşkerî ya DYA ku 11 kes tê de bûn, kete xwarê
Li gorî nûçeya AFP'ê, li peravên Japonyayê li başûrê rojhilat ê bajarê Okînawayê, balafireke leşkerî ya Amerîkayê ketiye xwarê û tê de 11 personel hebûn. -
Harîrî vegeriya Beyrûdê
Saad Harîrî ku li Riyadê îstîfa xwe dabû vegeriya Lubnanê -
Şîrketên bi Koreya Bakur re dixebitin ketin ber pêkirinan
DYA’yê Koreya Bakur xiste nava lîsteya ‘dewletên destekê didin terorîzmê’ û li ser Koreya Bakûr biryarên pêkirinên nû da. -
Trûmp û Pûtîn alîgirê pêvajoya aştiyê ya NY a ji bo Sûriyeyê ne
Hat ragihandin, serokên DYA û Rûsyayê li ser 'pêvajoya aştiyê' ya li Sûriyeyê ku bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) tê meşandin, axivîne. -
Asta pêşketinê ya welatên Ewropayê di gelek mijaran de dûrî hev e
Di rapora "Sosyal Portre" ya Enstîtuya Lêkolînên Aborî û Statîstîka Neteweyî ya Fransayê (INSEE) de hat ragihandin ku welatên li Ewropayê di gelek mijaran de gelekî dûrî hev in. -
Serokdewletê Zimbabve îstifa kir
Reûters, nûçeya îstifaya Serokdewletê Zîmbabve Mûgabe ragihand. -
Li mizgeftê di êrîşa bombeyî de 30 kes mirin
Li eyaleta Adamawa ya li rojhilatê Nîjeryayê, êrîşeke xwekujî ya bombeyî li mizgeftekê hate kirin. Di êrîşê de 30 kes mirin. -
Pûtîn û Esad li Soçiyê hatin gel hev
Vladîmîr Pûtîn û Beşar Esad li Rûsyayê li bajarê Soçiyê hatin gel hev. -
Koreya Bakur li 'lîsteya piştevanên terorîzmê' hate bicihkirin
Serokê DYA Trûmp ku bi mehan e daxuyaniyên Tirk li dijî Koreya Bakur dide, ragihand ku ev welat li 'lîsteya welatên destekê didin terorîzmê' hatiye bicihkirin. -
Li Elmanyayê krîzeke siyasî rû daye
Ji sala 1949'an û vir ve cara yekê ye rewşeke bi vî rengî rû daye. Piştî ku danûstandinên ji bo avakirina koalîsyonê têk çûn, krîzeke siyasî der bû. Lîderên partiyan û serokkomar, li ser hilbijartineke pêşwext an jî hikumeteke hindikahiyan li hev nakin. -
Li Elmanyayê, lîberal ji danûstandinên koalîsyonê vekişiyan
Danûstandinên koalîsyonê yên li Elmanyayê ku ev du meh in di navbera CDU/CSU û Partiya Keskan de tên kirin, qut bûn. Lîderê partiya lîberal FDP Lînder nîvê şevê danûstandin terikand û got, "Di navbera me de pirsgirêka baweriyê heye."