CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Civîna 'li her welatî ji heman karî re heman mûçe' didome
Bi hewldanên reformê re ku Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî havînê gelek caran anî ziman, tê xwestin ku pêşî li xebitandina mirovên li welatên paşmayî bi mûçeyê kêm bê girtin. -
Li Pakîstanê êrîşa bombeyî
Li paytexeta Eyaleta Belûcîstan a Pakîstanê Kettayê, li dijî wesayiteke polîsan êrîşeke bombeyî hate kirin. Ji ber êrîşê gelek kes birîndar bûn. -
Li Îranê erdhej
Li bejahiya Zîyaretalî ya eyaleta Hurmuzgan a Îranê, bi dijwariya 5,5 pileyî erd hejiya. -
Bernameya komputerê wê zimanê penaberan kontrol bike!
Li Elmanyayê, di dema serlêdana penaberiyê de ji bo pêşî li dayina agahiyên şaş were girtin, bernameyeke komputerê hate amadekirin. Bername zaravayê penaberan kontrol dike û bi vî rengî tespît dike, bê ji kîjan welatî hatine. -
Bexdayê bersiv da Hewlêrê!
Piştî daxuyaniya rêveberiya Hewlêrê a ya ji bo Bexdayê ku gotibû ew ji diyalogê re hazir in, Bexdayê bersiv da û xwest ku hemû sazî radestî wan werin kirin. -
Ji ber şewba sorikê bi dehan kes li Balkanan mirin
Tê gotin, li welatên Balkanan ji ber nexweşiya sorikê bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dane. -
Li Misrê 30 jê polîs gelek kes hatin kuştin
Li Misrê, di êrîşeke dijî serdegirtineke polîsan de herî kêm 30 polîs hatin kuştin. -
Li Afganîstanê di êrîşên duh de 60 kes mirin
Li Afganîstanê, li du bajaran di êrîşên xwekujî yên duh de 60 kes mirin. -
Zext û şantaja aborî ya li ser Katalonyayê zêde dibe
Li hemberî Katalonyayê, ku bi zexta hikumeta navendî hewl tê dayin îradeya wê ya serxwebûnê ji holê bê rakirin, bi destê sermayeyê zexta aborî dewam dike. -
Li DYA, bi mîlyonan kes bi çeka dagirtî digerin
Li gorî lêkolîneke ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hate kirin, bi mîlyonan kes, tevî çeka dagirtî li nava kolanan digerin. -
Lihevkirinên leşkerî yên di navbera Îran û Rûsyayê de wê zêde bibın
Daxuyaniyên tûj ên dijberiya li hember Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) dewam dike, Îranê ragihand ku wê lihevkirinên leşkerî yên bi Rûsyayê re zêde bikin. -
Katalonya devjê bernade; hikûmeta Îspanyayê bi lezîn dicive
Aloziyên di navbera Îspanya û Katalonyayê de dewam dike, Desteya Wezîran li Madrîdê li dijî rêveberiya Katalonya ya ku îlan kir kû dev ji serxwebûnê bernadin, wê civînek awarte lidar bixin. -
Li Afganîstanê di êrîşekê de 43 leşker hatin kuştin
Li bajarê Kandahar ê Afganîstanê, ji ber êrîşeke bombeyî ya li baregeheke leşkerî 43 leşker mirin, 9 leşker jî birîndar bûn. -
Li Fransayê erkên rewşa awarte tên asayîkirin
Li Fransayê, rewşa awarte di 1'ê Mijdarê de diqede. Bi rêya qanûnan, wê gelek erkên rewşa awarte di nava sê salan de bên asayîkirin. -
DYA'yê di mijara Îranê de piştgirî ji NY xwest
Rêveberiya DYA, ku helwesta xwe ya li dijî Îranê di mehên dawî de tund kir, ji Neteweyên Yekbûyî (NY) piştgirî xwest, ku destekê bide vê helwesta wan. -
'1500 kesên li nava refên DAIŞ'ê şer kirin, vegeriyan Ewropayê'
Koordînatorê Têkoşîna li dijî Terorê ya Yekîtiya Ewropayê Gîlles de Kerchove got, 1.500 kesên li Sûriye û Iraqê weke çeteyên DAIŞ'ê şer kirin, vegeriyan welatên Ewropayê. -
Li Afrîka Navîn bi sedan sivîl hatin kuştin
Li Komara Afrîka Navîn, di encama şerê navbera komên çekdar de bi sedan sivîl mirin. -
Ji bo serxwebûnxwazên hatin girtin daketin kolanan
Li Katalonyayê, bi sed hezaran kes ji bo nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên alîgirê serxwebûnê yên hatin girtin, daketin kolanan. -
Siyasetmedarên Elman: Em ê tevlî pîrozbahiya 29 Cotmehê nebin
Serkonsolosxaneya dewleta Tirk a li Essenê, ji bo resepsiyona 29'ê Cotmehê gelek siyasetmedarên Elman vexwend. Siyasetmedarên Elman ragihandin, ku wê tevlî pîrozbahiyê nebin. -
Li Awûstûryayê mûxafazakar û rastgirên tund bi ser ketin
Di hilbijartinên duh de li Awûstûryayê mûxafazakar û rastgirên tund bi ser ketin. -
Li Somalî hejmara miriyan zêde dibe, li welêt şîn hate îlankirin
Li paytexta Somalî Mogadîşûyê, hejmara mirovên ji ber êrîşê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 53 kesî. Li welêt, ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin. -
Li DYA ji ber şewatê 36 kes mirin
Li 8 herêmên eyaleta Kalîforniyayê, ji ber şewatê 36 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Helwesta Trûmp a li ser Îranê aliyên peymanê xistin tevgerê
Piştî daxuyaniyên tund ên Serokê DYA’yê yên li dijî Îranê balkêş e ku welatên dî yên aliyên peymana nukleerê bi lez û bez li dijî Trûmp derketin. Tê texmînkirin ku di vê de bandora peymanên aborî yên bi Îranê re giringin. -
Îranê bersiv da DYA’yê
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî bersiv da gotinên Serokê DYA’yê Donal Trûmp yên li ser biryara pêkirinê ya derbarê Mihafizên Şoreşê yên Îranê û betalkirina peymana nukleerê ya ku 2015’an bi Îranê re hatibû danîn. -
DYA’yê wê li dijî Muhafizên Şoreşê pêkanînan bidin kirin
Serokê DYA’yê Donald Trûmp, diyar kir ku Îran destekê dide terorîzmê û wê pêkanînan li ser Muhafizên Şoreşê bide kirin. Trûmp destnîşan kir ku Îran li gorî peymana nukleer a dîroka 2015’an tev negeriyaye.