CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Îranê teqîn: 4 kes mirin
Di teqîna li eyaleta Qûm a Îranê pêk hat de 5 kesan jiyana xwe ji dest da, 15 kes jî birîndar bûn. -
Cezayê 'serdana kampên komkirinê' li wekîlê berê Loûîs hate birîn
Li Belçîkayê, wekîlekî berê Qirkirina Yahûdiyan red kir. Dadgeheke vî welatî jî cezayekî balkêş lê birî û ew mehkûm kir ku biçe serdana kampên komkirinê. -
Li Fransayê, roja çalakiyê ya li dijî polîtîkayên Macron
Li Fransayê, li dijî polîtîkayên bi kêrî karsazan tê ku hikumet dixwaze bixe meriyetê, gel bi banga sendîkayan cara duyemîn dadikeve kolanan. -
Elmanya dixwaze tansiyona bi Îran û Koreya Bakur re bê kêmkirin
Di mijara aloziya navbera Koreya Bakur, Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka de, ku ji ber bernameya nukleerî û ceribandina fuzeyan derkete holê, Elmanya dixwaze tansiyon bê kêmkirin. -
Peymana bazirganiyê ya YE-Kanadayê kete meriyetê
Peymana bazirganiya serbest a navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Kanadayê, ku par hate îmzekirin û rê li ber gelek nîqaşan vekir, ji duh bi şev û pê ve kete meriyetê. -
Nakokiyên peymana nukleer ên di navbera DYA û Îranê de
Serokatiya DYA diyar kir ku têkildarî peymana nûkleerî ya ligel Îranê îmze kirine biyar girtine, rêveberiya Îranê, eger li gorî peymanê tevnegerin wê “Bi biryardarî bersivê bidin”. -
Bîlançoya erdheja li Meksîkayê giran dibe
Li herêma Pûebla ya Meksîkayê, bi mezinahiya 7,1 pileyî erd hejiya. Tê gotin, 150 kesî ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane. -
Trûmp gefa tinekirinê li Koreya Bakur kir!
Serokê DYA’ yê Donald Trûmp ku cara yekemin di Desteya Giştî ya Netewên Yekbûyî de axivî, daxwaza piştgirîdayîna polîtikayekî dijwar a xeztan li dijî Koreya Bakur kir û got ku rêveberiya Pyongyang di rewşa ‘mîsyona întixarê’ de ye. -
Hate gotin di tetbîqata Rûsyayê de temaşevan hatin bombekirin
Hate gotin di tetbîqata leşkerî ya bi navê Zapad de, ku bi hevkariya Rûsya û Rûsyaya Spî de tê kirin, ‘bi şaşî’ temaşevanên ku li tetbîqatê dinerîn hatine bombekirin. -
Li Iraqê êrîşa xwekuj
Li Iraqê, Selahaddînê, li ser rêya Tîkrît û Becîcî, di restoranekê de çalakiyeke xwekuj pêk hat. -
Rohîngyayên ji Myanmarê reviyane, dikin ji birçînan bimirin!
Rêxistina civaka sivîl Save The Chîldren hişyarî da û diyar kir ku Rohîngyayiyên ku ji Myanmarê reviyane û hatine Bangladeşê dibe ku ji birçînan bimirin. -
Hamasê Komîteya Îdarî ya li Gazzeyê betal kir
Hamas, Komîteya Îdarî ku beriya niha li Gazzeyê ava kiribû, betal kir. -
Rûsya gote DYA’yê li ser peymana nukleerî ya bi Îranê re bimîne
Rûsya, li ser peymana nukleerî ku di navbera Îranê û welatên sereke yên dinyayê de pêk hatibû, bang li DYA’yê kir ku ‘li ser vê peymanê bimîne’. -
Êrîşa Londra: Nasnameya gomanbarekê hate eşkerekirin
Hat diyarkirin ku têkildarî teqîna vê sibehê ya li metroya Londrayê agahiya herî kêm gomanbarek hatiye eşkerekirin. -
Koreya Bakur careke din moşek ceriband!
Koreya Bakur careke din moşek ceriband û ji paytext Pyongyangê ber bi rojhilat ve moşekeke din ya balîstîk avêt. -
YE wê kontrolên li ser sînor demdirêj bike
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand, ku wê guhertinekê bikin û li gorî vê yekê kontrolên li ser sînorên welatên di nava Peymana Schengenê de cih digirin, bikin karekî rûtîn. -
Katalonyayê bi awayekî fermî dest bi kampanya referandûmê kir
Tevî ku Spanyayê qedexe kir jî, gelê Katalonyayê li benda roja referandûma serxwebûnê ye. Kampanya referandûmê bi mîtîngeke bi heybet dest pê kir. -
Li Iraqê êrîşî heciyên Şîa hate kirin: Herî kêm 50 kes mirin
Di herdu êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li başûrê Iraqê lidar xistin de Îranî jî di nav de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Li Malezyayê şewat li dibistana Quranê derket: 24 kes mirin
Li Malezyayê, li dibistaneke ku perwerdeya Quranê dida şewat derket. Di bûyerê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Elmanyayê bakteriya ESBL li nava goşt hate dîtin
Li nava goştê heywanên bi bask ên li marketên Elmanyayê tên firotin, di encama lêkolînekê de bakteriya ku dikare li hemberî antîbiyotîkê li ber xwe bidin hate dîtin. -
Li Yemenê di 4 rojan de hezar û 700 kes bi kolerayê ketin
Li Yemenê di 5 mehan de ji ber kolerayê 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û hişyarî hat kirin ku wê hejmara nexweşên ku bi kolerayê ketine jî bibe 850 hezar. -
Nexweşiya MS bi floraya roviyan re têkildar e
Li gorî xebateke berfireh a li Elmanyayê hate kirin, dibe ku nexweşiya Multîpl Sklerozê(MS) bi floraya mirovan a roviyan re têkildar be. -
Serlêdana 5 hezar penaberên ji Tirkiyeyê nehat qebûlkirin
Hikumeta Merkel, tevî ku binpêkirina mafên mirovan û kiryarên antî demokratîk ên li Tirkiyeyê rexne dike jî, serlêdana penaberên ji vî welatî tên bi giranî qebûl nake. -
Cassînî mîsyona xwe ya 13 salan qedand
Amûra fezayî Cassînî, ku ji aliyê NASA'yê ve beriya 13 salan ji bo lêkolînkirina peyka Saturnê hatibû şandin, wezîfeya xwe qedand. -
Gelê Fransayê li dijî talana Qanûna Kar dadikeve kolanan
Li dijî 'reforma' Qanûna Kar, ku Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron bi rengekî ku bi kêrî karsazan bê amade kiriye û bêyî pêşkêşî meclîsê bike wê bixe meriyetê, wê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin.