Gelê Fransayê li dijî talana Qanûna Kar dadikeve kolanan

Li dijî 'reforma' Qanûna Kar, ku Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron bi rengekî ku bi kêrî karsazan bê amade kiriye û bêyî pêşkêşî meclîsê bike wê bixe meriyetê, wê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, ku polîtîkayên lîberal dixe meriyetê, biryar dabû ku peymanên kar li gorî dilê patronan biguherîne. Li gorî anketan, di nava 4 mehan de rêjeya ecibandina Macron daket binê 40 ji sedî. Li dijî Macron wê îro li zêdeyî 180 bajarên biçûk, navîn û mezin, xwepêşandanên protestoyî û grev werin lidarxistin.

Çalakî bi pêşengiya sendîkayên CGT tên lidarxistin û sendîkayên FSU, Solîdaîres û Unef piştgiriya çalakiyan dikin.

Tê payin ku ev çalakî bi taybetî bandorê li otobus û trenan ên li bajarên mezin bike.

Wekî din, li gorî anketên dawî 57 ji sedî yê gelê Fransayê, çalakiyên li dijî guhertinên Qanûna Kar tên kirin, mafdar dibînin.