CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Katalan xwe ji bo serxwebûnê amade dikin
Referandûma ku Katalan dixwazin ji bo serxwebûnê roja 1'ê Cotmehê pêk bîne, sibe pêşkêşî parlamenta herêmê tê kirin. Herêma Katalonyayê ji niha ve amûra xwe ya dewletê ava dike. -
Danûstandinên dîplomatîk ên li ser Koreya Bakur zêde dibin
Piştî ku Koreya Bakur ragihand, bombeya hîdrojenê ceribandiye, danûstandinên dîplomatîk ên têkildarî vî welatî zêde bûn. -
DYA ji Koreya Bakur re: Em ê bersiveke mezin a leşkerî bidin
Civaka navneteweyî nerazîbûn nîşanî ceribandina nukleerî ya şeşemîn a Koreya Bakur dan. Ragêşiya wê ya bi DYA’yê re jî zêdetir bû. -
Li Somaliyê êrîşî navendeke leşkerî kirin: Bi kêmanî 20 kes miri
Hat ragihandin ku Şebabê li Somaliyê êrîşî navendeke leşkerî kiriye û di êrîşan de bi kêmanî 20 kes hatine kuştin. -
Koreya Bakur ragihand, ku wan bombeya hîdrojenê ceribandine
Hat ragihandin, erdheja bi dijwariya 6.3 pileyî ya li Koreya Bakur rû da, ji ber ceribandina bombeya hîdrojenê bûye. Piştî vê daxuyaniyê, balafirên şer ên Japonyayê berê xwe dan Koreya Bakur û testa radyasyonê kirin. -
Li Fransayê jin û mêrên heval zêdetir hev kuştine
Li gorî daneyên Wezareta Karê Navxweyî yên Fransayê par bi fermî bi kêmanî 123 jin ji hêla partner an jî hevalê wan ên mêr ve hatine kuştin. -
Merkel: Ji nû ve li ser polîtîkaya Tirkiyê radiweste
Serokwezîra Elmanya Angela Merkel ku li ser polîtîkayên AKP’ê û Erdogan rawestiyayî, got, gelek welatî bi kêfî têne girtin, ew ê ji nû ve li polîtîkaya Tirkiyê binerin. -
Li herêma YE û Euro hijmara bêkaran zêde bû
Li Yekîtiya Ewropayê (YE) Tîrmehê rêjeya bêkaran li gorî meha çûyî her çendî wek xwe mabe jî, ji hêla hijmarê ve 93 hezar kes zêdetir bûne. -
RSF’ê azadiya çapemeniyê bi bîra Tirkiyê û Çînê xist
RSF’ê dubare kir ku Tirkiye ji bo nûçegihanên dinyayê mezintirîn girtîgeh e û got li gelek welatên Amerîkaya Latînê azadiya çapemeniyê bi lez û bez ziyanê dibîne. -
Li Yemenê di êrîşa bombeyî de 7 leşker mirin
Di êrîşa bombeyî ya dema nimêja cejnê ya li bajarê Marîb a dikeve rojhilatê Yemenê pêk hat de, 7 leşeran jiyana xwe ji dest dan. -
Tagesspîegel: Polonya 'bi konetî dibe weke Erdogan'
Di şîroveyeke rojnameya Der Tagesspîegelê de ku li Elmanyayê weşanê dike, hate gotin bi PîS'ê re ku mohra xwe li ser gelek qanûnên otorîter daniye, "Polonya bi konetî dibe weke Erdogan." -
DYA biryar da ku Konsolosxaneya Rûsyayê bê girtin
Aloziya pêkanîna a navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Rûsyayê, dewam dike. Herî dawî biryar hate dayin ku Konsolosxaneya Rûsyayê ya li San Fransîscoyê tevî hin avahiyên wê bên girtin. -
Di doza kuştina Bûtto de Muşerref 'fîrarî' hate ragihandin
Di doza kuştina serokwezîra berê Benazîr Bûtto de, Serokkomarê berê Pervez Muşerref ê reviya Dûbaî weke 'fîrarî' hate ragihandin. -
Li Elmanyayê bombeyeke mezin hate dîtin; wê 70 hezar kes werin teheliyekirin
Li Frankfûrtê ya Elmanyayê bombeyeke mezin hate dîtin. Wê li Elmanyayê operasyoneke mezin a tehliyekirinê were kirin. -
Zanîngeha Aachenê ji bo panzêra Erdogan aqil da!
Diyar bû ku hûtê çekan ê Elman Rheînmetall ji bo fabrîkaya panzêrê ya ku bi hevkarên xwe yên Tirk re dixwaze ava bike, tevlî nav pêşxebatên zanîngeha Aachenê bûye. -
Macron ji xebatkaran dibire û dide şîrketan
Hikumeta lîberal a Fransayê dixwaze alîkariya dewletê rake, ku di berdêla girtina kar a bi sed hezaran mirovên bê kar de tê dayin. Hikumet bi biryar e ku baca saziyan a şîrketan ku maliyeta wê zêdetir e, kêm bike. -
Dadgehê, biryarnameya ku Amazonan talan dike red kir
Dadgeriya Brezîlyayê, biryarnameya Serokdewlet Mîchel Temer, ku rê li ber talankirina qada rezervên xwezayî ya bi navê Renca ya li daristanên Amazonê vedike, sekinand. -
NATO li hemberî tetbîqata leşkerî ya Rûsyayê ketiye nava alarmê
Ji bo tetbîqata leşkerî ya mezin a navbera Rûsya û Rûsya mezin, amadekarî dewam dikin. Tê gotin, welatên NATO'yê jî ji bo 'tedbîran' dest bi amadekariyan kirine. -
Li Başûrê Asyayê baranên Mûsonê: Nêzî 1500 kes mirin
Li welatên Başûrê Asyayê ku bi mehane baranên mûsonê didome, tê payîn ku herî kêm 1500 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Ziyana Harveyê dibe ku bigihêje 40 mîlyar dolarî
Bahoza Harveyê, ku li peravên başûrê rojhilat ê DYA xist û bi pêş ve diçe, tê texmînkirin ku rê li ber ziyaneke ji dehan mîlyar dolarî vekiriye. -
Li ser wargehên der qanûnî, nakokiya li nava hikumeta Îsraîlê
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ragihand, ku wargehên der qanûnî yên li Şerîa Rojava ya hatiye dagirkirin, tehdeyê li hemû wargehên din dikin. Serokwezîr Netanyahû berevajî vê dibêje. -
Li nêzî Sefaretaneya Bilind a DYA'yê teqînekê rû da
Li paytexta Afganîstan Kabûlê, teqînekê rû da. Li gorî agahiyan, teqîn li cihekî nêzî avahiya Sefaretxaneya Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) rû daye. -
Tê gotin, Koreya Bakur moşek di ser Japonyayê re avêtiye
Koreya Bakur, tevî nerazîbûna Neteweyên Yekbûyî û welatên rojavayî, ragihand ku moşekeke nû ceribandiye ku di ser Japonyayê re hatiye avêtin. -
Şîrovekarê ARD'ê çi hat ber devê wî got!
Rojnamevanê şîrovekar ê televîzyona ARD'ê Georg Restle ji bo peymana penaberan a ku Serokwezîra Elmanyayê duh li Parîsê îmze kir got, "Ez ji vê peymanê fedî dikim, ev peyman ji bo welat gosirmet e." -
Dadgeha Elman cezayê giran li xwepêşandêrên G-20'an dibire
Dadgeha Elman, berpirsyariya hêzên ewlekariyê ku çalakiyên li dijî Civîna Bilind a G-20'an provoke kirin û rê li ber şer vekirin ji nedîtî ve hat. Dadgehê li xwepêşandêran jî cezayê giran dibire.