CÎHAN
Hemû Nûçe
-
DYA pêkanînên li ser gelek kesên Venezûelayî erê kir
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), pêkanînên li ser gelek kesên ji rêveberiya Venezûelayê erê kir. -
Qanûna Exlaqa Siyasî li Fransayê hate qebûlkirin
Li Fransayê, pêşnûmeya li ser 'Qanûna Exlaqa Siyasî' ku pêşî li gelek mafên taybet ên siyasetmedarên xwecihî û neteweyî digire, li Meclîsa Neteweyî hate qebûlkirin. -
DYA: Wê rê li ber 'tinebûna gelê Koreya Bakur' veke
Gefên ku DYA û Koreya Bakur li hev dixwin, zêde dibin. Wezîrê Parastinê yê DYA diyar kir, ku bernameya nukleerî ya Koreya Bakur wê rê li ber têkçûna rêveberiyê û tinebûna gel veke. -
Êrîşkarê Parîsê hate girtin
Hate ragihandin ku êrîşkarê li Parîsê ya Fransayê wesayît ajotiye ser leşkeran, li bakurê rojavayê welat hatiye girtin. -
Cezayîrê deriyê bazirganiyê bi ser Tirkiyeyê girt
Cezayîrê ji xurekan bigire heta plastîkê biryar da ku îthalata 24 berheman a bi rêya bankavaniyê were qedexekirin. -
Koreya Bakur gef li Amerîkayê xwar
Rageşiya di navbera Koreya Bakur û DYA’yê de zêde dibe. Donald Trûmp bi 'barandina agir û xezebê' gef li Koreya Bakur xwar, Koreya Bakur jî gefa êrîşê li Amerîkayê xwar. -
Li Elmanyayê, di anketên hilbijartinê de mûxafazakar li pêş in
Li Elmanyayê, 24'ê Îlonê hilbijartinên federal tên kirin. Tenê çend hefte ji hilbijartinê re man. -
Li Parîsê wesayitekê da nava leşkeran: Birîndar hene
Li banliyoya Levalloîs-Perret a Parîsê, kesekî wesayita xwe bi ser leşkerên li dewriyê deriyan ve ajot. Di bûyerê de 6 leşker birîndar bûn. -
Gelo rapora Senatoyê wê biryara Trûmp biguherîne?
Ji bo Serokê DYA Trûmp ku biryar da ji Peymana Avhewayê ya NY vekişe raporek hate pêşkêşkirin û di raporê de bal hate kişandin ser gelek belgeyên têkildarî guhertina avhewayê. -
Welatên Latîn Amerîkayê di mijara Venezûelayê de ji hev cihê bûn
Li Venezûelayê, aloziya navbera desthilatdarî û mûxalefetê roj bi roj giran dibe. Neteweyên Yekbûyî rexneyên giran li Serokkomar Madûro kir. -
'Koreya Bakur di nukleerê de ji texmînan bêhtir li pêş e'
Koreya Bakur, ku bi bernameya xwe ya nukleerî û ceribandina moşekan her di rojevê de ye, tê gotin ku kapasîteya wê heye moşekên ji serîkên atomê yê mînyatur çêbike. -
Li Çînê erdhej: Ji mirina sedan kesî fikar hene
Di encama erdheja li Çînê pêk hatî de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane, ziyan gihiştiye sed hezar malan zêdetir û fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibin. -
Li Îspanyayê nerazîbûna li hemberî tûrîzma girseyî zêdetir dibe
Li herêma Katalonyayê çalakiyên li dijî tûrîzmê zêdetir dibe. -
Boko Haram 31 masîvan qetil kir
Boko Haram ê ku li bakurê rojhilatê Nîjeryayê giravên li ser Gola Çadê dagir kiriye, bi kêmanî 31 masîvan qetil kir. -
Madûro: Li pişt êrîşê DYA-Kolombiya hene
Serokdewletê Venezûelayê Madûro ragihand, DYA û Kolombiya berpirsyarê êrîşa li dijî baregeha leşkerî ya li bajarê Valencîayê ye. Madûro got, êrîşkarên li wan tê gerîn wê bi rengekî herî giran werin cezakirin. -
Di nava 4 rojan de 70 kes li Kongoyê hatin kuştin
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, tevî êrîşên ku tê gotin ji aliyê endamên tevgera bi navê BDK ve hatine kirin, di nava 4 rojan de nêzî 70 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Skandala hêkên bi jehr li Fransayê jî der bû
Piştî Hollanda, Belçîka û Fransayê, hêkên ku madeya fîpronîl a kanserojen pê ketiye, li Fransayê jî hatin tespîtkirin. -
Bûrka li peykerê Wîlhelm Tell kirin
Li bajarokê Altdorf ê Kantona Ûrî ya Swîsreyê, endamên Partiya Neteweyî ya Swîsreyê (PNOS) bûrka li peykerê Wîlhelm Tell kirin. -
DYA: Divê ji bo dawî li nakokiyên bi Rûsyayê re bê anîn rêyek bê dîtin
Rêveberiya DYA’yê ya ku hefteya borî Kongre ‘Neçar ma’ li dijî Rûsyayê pêkanînên tund ên ekonmiyê erê bike, bi israr e bi vî welatî re ‘Ji bo daxistina nakokiyan li rêyekê digerin’. -
Çîn wê pêkanînên li ser Koreya Bakur ‘ji sedî 100’ pêk bîne
Komara Gel a Çînê ragihand ku ew ê pêkanînên li ser Koreya Bakur ‘ji sedî 100’ pêk bîne. -
Artêşa Lubnanê li dijî DAIŞ’ê operasyonê dide destpêkirin!
Li gorî pisporên stratejiya leşkerî ya Lubnanê, artêşa Lubnanê li dijî DAIŞ’ê operasyon daye destpêkirin. -
Êrîş li gundê Şîa hate kirin: 50 sivîl hatin kuştin
Çeteyên DAIŞ'ê û Talîbanê êrîşî gundekî li Sar-e Pul a li bakurê Afganîstanê kirin. Di êrîşê de herî kêm 50 sivîl hatin qetilkirin, ku jin û zarok jî di nav de hene. -
Di nava artêşa Îranê de şer derket: 5 mirî
Li Tehranê, fermandarekî li hevalên xwe û leşkerên din reşand. Di encamê de 4 kes mirin, 12 jî birîndar bûn. -
Endama Komîsyona Lekolînê ya NY a Sûriyeyê îstifa kir
Endama Komîsyona Lêkolînê ya NY a Sûriyeyê Carle Del Ponte ragihand ku ji wezîfeya xwe îstifa kiriye. -
Li Venezûelayê hewldana darbeyê hate çewisandin
Li Venezûelayê hewldana darbeyê hate çewisandin ya ku ji aliyê yekîneya bi navê Tûgaya 41’emîn dihate kirin û leşkerên darbekar hatin binçavkirin.