Boko Haram 31 masîvan qetil kir

Boko Haram ê ku li bakurê rojhilatê Nîjeryayê giravên li ser Gola Çadê dagir kiriye, bi kêmanî 31 masîvan qetil kir.

Çavkaniyên herêmî yên Nîjeryayê diyar kirin ku Boko Haram roja Şemiyê giravên Dûgûrî û Dabar Wanzamê dagir kiriye.

Tê diyarkirin ku nûçe xwe dispêre masîvanekî ku bi saxî ji êrîşê filitiye. Masîvanê ku xwe gihandiye eyaleta Bornoyê diyar kir ku çeteyên Boko Haram pêkutiyê li gelê sîvîl dike.

Masîvanên ji herêma Bagayê tên, li ser Gola Çadê masiyan digirin. Artêşa Nîjeryayê jî ji serê du salan e ku girtina masiyan a li golê qedexe kirine. Çeteyên Boko Haram jî giravên li ser Gola Çadê ji xwe re bi armanca eniya paş bi kar tînin. Li Nîjeryayê di şerên bi Boko Haram re ji sala 2009’an û vir ve 20 hezar kes mirine.

2,6 milyon kesan ji neçarî malên xwe terikandine. Ev şer aboriya li herêma Gola Çadê ji binî ve hilweşandiye û gel birçî dimîne.